‘Sûriyeya nû divê bi pêkanîna perwerda bi zimanê dayîkê bê avakirin’

Mamoste û xebatkarên qada perwerdehiyê yên li Hesekê, gotin ku “Sûriyeya nû divê ne bi sînorkirina zimanên gelan, bi garantîkirina mafên wan û pêkanîna perwerdehiya bi zimanê dayîkê bê avakirin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Gelê Kurd li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê ya derbarê hînkirina zimanê Kurdî de nerazîbûna xwe nîşan dide. Gel diyar dike ku sînorkirina hînkirina zimanê Kurdî tenê pirsgirêkek zimanî nîne, dikare li pêşiya pêşeroja xwendekarên Kurd sînorên nû ava bike.

Di biryara nû ya hikûmetê de ji bo zimanê Kurdî heftiyê sê ders hatine diyarkirin û nota zimanê Kurdî, di encama giştî ya xwendekar de tê hesibandin. Her wiha dersa yek carî di heftê de ji bo çalakiyên bi zimanê Kurdî hatiye diyarkirin.

Têkildarî mijarê mamoste û gelê Kurd dibêje ku ev biryar ji bo pêkanîna mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê têr nake.

14 salên xebatê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye

Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê bal kişand ser xebata 14 salên dawî ya di qada perwerdê de. Mamoste Jînda diyar kir ku di vê demê de mamoste û xebatkarên perwerdehiyê pergala perwerdehiya bi zimanê Kurdî bipêş xistine û wiha got: “Xwendekarên Kurd di hemû qonaxên perwerdehiyê de, ji seretayî heta navîn, amadeyî, peymangeh û zanîngehê, bi zimanê Kurdî dixwînin û materyalên bi zimanê Kurdî yên perwerdehiyê hatine amadekirin.”
 

‘Ev dikare rê li ber pirsgirêkên nû yên perwerdehiyê veke’

Jînda Ehmê diyar kir ku daxwaza sereke ya gelê Kurd ew e ku zarok û xwendekarên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û hemû materyalên perwerdehiyê, di qadên zanistî û wêjeyî de, bi zimanê Kurdî bên dayîn. Mamoste Jînda destnîşan kir ku biryara heftiyê sê dersan, piştî 14 salên destkeftiyan, têr nake û wiha got: “Ev dikare rê li ber pirsgirêkên nû yên perwerdehiyê veke.”

‘Ev biryar pêşeroja xwendekaran sînordar dike’

Jînda Ehmê bal kişand ser bandora biryarê ya li ser xwendekarên Kurd û got ku zarokên ku heta niha dersên zanistî bi zimanê Kurdî fêr bûne, dê bi guherîna zimanê hînkirina van dersan re bi dijwariyan rûbirû bibin. Wê bi taybetî mînaka bîrkarîyê anî ziman û da zanîn ku xwendekarê ku bîrkarî bi zimanê Kurdî fêr bûye, dema ku ew ders bi zimanê Erebî were dayîn, wê bi astengiyan re rûbirû bimîne û wiha axivî: “Ev rewş dikare bandorê li ser psîkolojiya xwendekaran bike û heta  wê bibe sedema dûrketina wan a ji dibistanê.”

Jînda her wiha got ku biryar ji xwendekaran re dibêje ku tu nikarî bibî bijîşk, endezyar an jî pisporê qadên zanistî yên din. Jînda destnîşan kir ku divê ziman bibe amûrek ku xwendekar bikaribe bi riya wê pêşeroja xwe ava bike.

‘Zimanê Kurdî nasnameya me ye’

Mamosteya Zimanê Kurdî Hindrîn Sîno jî got ku ev biryar ne li gorî çand û nasnameya gelê Kurd e. Hindrîn bal kişand ser têkoşîna salên dirêj a gelê Kurd ji bo mafên xwe û diyar kir ku piştî hemû bedelên ku hatine dayîn, mafê gelê Kurd e ku zimanê xwe bi hemû beşên zanistî û wêjeyî bixwîne û wiha domand: “Gelê Kurd şirîkê avakirina Sûriyeya nû ye û mafê gel heye ku bi zimanê xwe bixwîne, biaxive û ramanên xwe bîne ziman.”

Daxwaza perwerda bi zimanê dayîkê
 

Hindrîn daxwaz kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bê garantîkirin û xwendekar bikaribin hemû qadên zanistî, wêjeyî û akademîk bi zimanê xwe bixwînin. Hindrîn bang li hikûmeta demkî kir ku li ser biryara xwe ji nû ve bifikire û rêzê ji ked û destkeftiyên 14 salên perwerdehiya bi zimanê Kurdî bigre û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sûriyeya nû divê ne bi sînorkirina zimanên gelan, bi garantîkirina mafên wan û pêkanîna perwerdehiya bi zimanê dayîkê bê avakirin.”