Kongra Star: Siyaseta darvekirinê ya Îranê nîşaneya bêçaretiya rejîmê ye
Kongra Star bi daxuyaniyek darvekirinên li girtîgehên Îranê şermezar kir û diyar kir ku zêdebûna dervekirinê ne nîşaneya hêzê, berovajî wê nîşaneya bêçaretiya rejîmê ye.
Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî darvekirinên li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê da. Kongra Star diyar kir ku ev siyaset nîşaneya hêzê nîn e, berovajî vê yekê nîşaneya lawazî û bêçaretiya rejîmê ye û helwesta xwe ya bi biryar a li hemberî vê polîtîkayê raber kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Îranê siyaseta darvekirinê her diçe zêdetir dibe, hat destnîşankirin ku di van rojên dawî de li girtîgehên cuda gelek girtî hatine darvekirin.
Di navbera 24-26’ê Tebaxê de heft girtî hatin darvekirin
Li gorî ragihandina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di navbera 24–26’ê Tebaxê de li girtîgehên Xorramabad, Sarî, Reşd, Yezd û Îsfahanê, heft girtiyên bi navê Arezou Restad, Mostafa Vosoughî, Masoud Nematî, Esmaîl Ajamî, Hedayat Jamalzadeh, Emad Sheikhî û Amir Danaeî hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser doza Arezou Rostad a 23 salî û ev tişt diyar kir: "Di nav van kesan de darvekirina Arezou Rostad a 23 salî bi taybetî dilê me dişewitîne. Tê ragihandin ku Restad di 19 saliya xwe de bi zorê hatibû zewicandin û piştî wê bi sûcdariya ku hevjînê xwe kuştiye, bi cezayê qisasê hatibû mehkûmkirin. Arezou ku di 24’ê Tebaxê de li Girtîgeha Navendî ya Îsfahanê hat darvekirin, li gorî ragihandina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji aliyê rayedarên Îranê ve ji raya giştî re nehatiye ragihandin."
Kongra Star sersaxî ji malbat û xizmên Arezou Restad, malbatên hemû jinên ku hatine darvekirin û hemû girtiyan re xwest, êşa wan parve kir û piştevaniya xwe ya bi jin, ciwan û gelên Îranê yên ji bo azadiyê li ber xwe didin re anî ziman.
Darvekirin wekî amûra tirsandin û bêdengkirinê tê bikaranîn
Daxuyaniyê destnîşan kir ku rejîma Îranê, li şûna bersiva hêrs û daxwaza azadiyê ya di nava civakê de mezin dibe bide, darvekirinê wekî amûreke tirsandin û bêdengkirinê bi kar tîne û wiha domiya: "Bi taybetî davekirina kesên ku bi protestoyên Çileya 2026’an ve girêdayî ne, nîşan dide ku ev siyaset ji bo tepisandina muxalefeta civakî û siyasî jî tê bikaranîn. Darvekirina Majid Adineh di 23’ê Tebaxê de yek ji nimûneyên dawî yên vê siyasetê ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku Adineh bi protestoyên Çileyê ve girêdayî hatiye darvekirin."
Kongra Star di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku darvekirinên didomin, ne ji ber bi bihêzbûna rêjîmê ne, berovajî wê ev yek lawazî û bêçaretiya rejîma Îranê dide diyarkirin û qutbûna di navbera gel û desthilatdariyê de mezintir dike û wiha pê de çû: "Her ku zext zêde dibe, hêrs dikeve cihê tirsê hêrs û hêrs jî vedigohere berxwedanê."
Her wiha bibîr xist ku dîroka nêz a Îranê nimûneyeke girîng a vê rastiyê ye; çawa ku di salên dawî yên rejîma Pehlewî bi zêdekirina zexta siyasî û şîdeta dewletê, veqetîna di navbera civak û desthilatdariyê de kûrtir kiribû, îro jî rejîma Îranê bi heman şaşîtiyê bawer dike ku dikare îradeya gel bi zext û darvekirinê ji holê rake û hat gotin ku ‘daxwaza azadiyê ya gelan bi darên sêdarê nayê tunekirin.’
Bangewaziya ji bo raya giştî ya navneteweyî
Kongra Star bêdengiya navneteweyî ya li hemberî darvekirinan jî weke rewşeke ku nayê qebûlkirin pênase kir û got ku ev bêdengî cesaretê dide rejîmê ku darvekirina mirovan zêdetir bike. Ji ber vê yekê hat xwestin ku rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî li hemberî van darvekirinên li Îranê helwesteke bihêztir û encamgir bigrin.
Berxwedana gelên Îranê berdewam dike
Her wiha daxuyaniyê balkişand ser ku berxwedana gelên Îranê ranewestiyaye û wiha hat gotin: "Jin, ciwan, karker, xwendekar û gelên cuda yên Îranê, dest ji daxwazên xwe yên azadî û dadmendiyê bernadin."
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin: “Ev darvekirin divê bêyî derengî bên rawestandin. Zext û zordariya li ser girtiyên siyasî divê bi dawî bibe. Îradeya azadiyê ya jinan û gelan divê bê qebûlkirin û rêz were girtin. Mafê gelên Îranê yê ji bo jiyana demokratîk û azad divê bê naskirin.”
Di dawiyê de, di şexsê Arezou Restad de hemû jinên ku hatine darvekirin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî hatin bibîranîn û sersaxî ji malbatên wan û hemû gelên Îranê re hat xwestin.