Sûdana Başûr sînorên xwe ji Sûdana ku peçvûn lê didomin re girt

Sudana Başûr, ragihand ku ji Sudana ku pevçûnên di navbera Hezên Piştgiriya Lezgîn û arteşê de didomin re sînorên xwe girtiye.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûnên di 15’ê Nîsanê de di navbera Hezên Piştgiriya Lezgîn û arteşê de dest pê kirin, sê meh in didomin.

Serokomar Salva Kir Mayardit, ji bo nirxandina rewşa li Sûdanê bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê re hevdîtin pêk anî. Salva Kir Mayardit ê ku piştî civînan daxuyanî da, ragihand ku biryar girtine sînorê bi Sûdanê re were girtin.

Li Sûdanê di pevçûnên ku bûn sedem 2.5 milyon kes malên xwe biterikînin de, nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar kes jî birîndar bûn.