Jinên Lubnanê 10’emîn salvegera 'Vîmaîl' bi festîvalê pîroz kirin

Li Lubnanê jinan bi boneya 10’emîn salvegera Rêxistina Vimail festîvalek du rojan li dar xist. Jinên ku di mîhrîcanê de berhemên xwe yên destan nîşan dan, bal kişandin ser pirsgirêkên ku ji ber zîhniyeta desthilatdar dijîn.

SUZAN EBU SAID

Beyrûd – Di 23-24 Hezîranê de li Lubnanê festîvalek ji bo dehemîn salvegera rêxistina femînîst "Vimail" hat lidarxistin. Di festîvala ku gelek aktîvîstên femînîst û komeleyên jinan beşdar bûn de, jinên karsaz û karker berhemên xwe pêşandan. Di festîvalê de avakirina “Hevkar Lê” dengê jinan jî hat pîrozkirin. Di mîhrîcanê de ji pêşangehên hunerî heta parvekirina agahiyan gelek bername hatin lidarxistin.

'Em ê dengê xwe ji bo daxwazên xwe bilind bikin'

Seroka Rêxistina Vîmaîl Heyat Mîrşad di axaftina xwe de got ku Vîmaîl li dijî her cure tundiya zayendî têdikoşe.

Koordînatora Weşanê ya Platforma "Hevkar Lê" û endama rêxistina Vîmaîl Meryem Yaghî jî wiha got: "Em şanaz in ku beşdarî vê festîvala femînîst a li Lubnanê ya yekemîn e bûne. Dehemîn salvegera rêxistina Vîmaîl e ku zextê li aktoran dike ku mafên me bidin. Heta ku li Rojhilata Navîn wekheviya zayendî pêk were em ê dengê xwe ji bo daxwazên xwe bilind bikin."

Beşdaran çalakiyên xwe vegotin

Reem Badran, yek ji beşdarên festîvalê û hev-avakara Koma Ciwanên Keç Up Libnanê ye got: "Vê komê di sala 2019’an de dest bi çalakiyên xwe kir. Ew yek ji tevgerên yekem ên bi pêşengiya ciwanan li Lubnanê ye. Em ji bo bihêzkirina jinên ciwan dixebitin hewl didin xizaniyê li dibistan û zanîngehan kêm bikin. Ji ber ku ev festîval di pêşengiya

ciwanan de ye, em beşdarî festîvalê bûn û ji bo pêşxistina tevgera me jî derfetek e.”

Ji Weqfa Malala, Rana El-Huceyîrî jî got: “Bi vê festîvalê jin dikarin xwe îsbat bikin û çîrok û serpêhatiyên xwe parve bikin. Di heman demê de dikarin ji bo jinên din jî bibin rol û nimûne. Em weke weqf ji bo xurtkirina jinan dixebitin.”

Rêvebera komeleya “Hal Tech” Amal El-Şerîf derbarê festîvalê de wiha got: “Gelek zehmetiyên femînîstên kêmendam hene. Li dijî wan cudakarî tên kirin û beşdarbûna min a vê festîvalê ji bo bidestxistina mafên femînîstên kêmendam e. Ez tevlî bûm ku pirsgirêkên me yên femînîst bi taybetî jinên astengdar bînin ziman.”