Kongreya DBP: Salîha Aydenîz û Keskin Bayindir cardin bûn hevserok

Di Kongreya Awarte ya DBP’ê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir cardin weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 5’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Li gel delegasyonan, her wiha rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn.

Kongre, piştî hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Seroka Dîwanê Bedriye Yorgun, diyar kir ku têkoşîn ji pêvajoya hilbijartinê  bi sînor nîne û bal kişand ser girîngiya xwerexnekirina der barê kêmaniyên di hilbijartinan de.

‘Li dijî tecrîdê divê têkoşîn bê bilindkirin’

Bedriya Yorgun, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û  wiha got: “Saziyên navdewletî bi helwesta xwe vê tecrîda girankirî rewa dikin. Tecrîd û pergala li Îmraliyê heta niha li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Divê em têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hêj bêhtir mezin bikin.” 

‘Em ê aştiyê binîn vê xakê’

Wekîla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Zekiye Îlbasan di axaftina xwe de diyar kir ku ew neçarin di pêvajoya pêş de siyaseta rêya 3’emîn ava bikin.

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî di kongreyê de destnîşan kir ku tu carî dê xwe bêhêvî nekin û got: “Em di welatek wisan de jiyan dikin ku em li kuderê bigrin cihê din dimîne destê me de. Neheqî û bêedaletiyên li vî welatî xelas nabin. Divê em li dijî vê rewşê em bihêvî û bi dilê xwe têbikoşin û rêya xwe bidomînin. Tevî hemû encaman jî em ê tişta zehmet bi ser bixin û aştiyê bînin van xakan. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, aştî û demokrasî nayê vî welatî.”

Salîha Aydenîz û Keskin Bayindir cardin hatin hilbijartin

Piştî axaftinan, bi xwendina rapora xebatan piştre pêşniyar hatin kirin. Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku duh ji Partiya Çepên Kesk îstîfa kiribûn cardin weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.