Li Felûce gorek komî hate dîtin
Weqfa Şehîdan a Iraqê ragihand ku li navçeya Felûce ya parêzgeha Enbarê gorek komî ya serdema rejîma Baasê hate vekirin. Hate diyar kirin ku ji bo lêkolîna berfireh a gora komî û tespîtkirina qurbaniyan xebat berdewam in.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-gjidyhswwaabbsl-750x430-1-jpeg80f6d8-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Wexfa Şehîdan a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Felûce ya parêzgeha Enbarê gorek komî ku cenazeyê kesên di serdema rejîma Baasê de hatine kuştin, hatiye vekirin.
Li gorî daxuyaniyê, di lêkolînên destpêkê de hestiyên 5 kesan di gorê de hatine dîtin. Lê tê bawerkirin ku di her pêla qetlîaman de 25-30 kes hatine qetilkirin. Rayedaran diyarkirin ku ji bo lêkolîna berfireh a gora komî û tespîtkirina qurbaniyan xebat berdewam dikin.
Hêjayî gotinêye ku şopên qetlîamên rejîma Baasê ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê pêkhat, heta niha jî eşkere dibin.