Gelê Wanê liber xwe dide: Em ê îradeya xwe teslîm nekin

Gelê Wanê li dijî cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn, şeva xwe li ber şaredariyê derbas kir. Waniyan diyar kirin ku ewê li hember desteserkirina vîna xwe liber xwe bidin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Rûniştina 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Abdullah Zeydan.

Cezayê ku li Abdullah Zeydan hat birîn, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê gel ve hat protestokirin. Gelê Wanê hem ji bo ku li hember biryarê nerazîbûna xwe bîne ziman û hem jî li dijî xetereya tayînkirina qeyûm, heta serê sibê li ber şaredariyê kon vedan û nobet girtin. Li Wanê pileya germahiyê -10 derece bû, lê dîsa jî gelê ku li ber avahiya şaredariyê agir pêxist, di tevahiya nobetê de peyama xwedî derketina li vîna xwe da.

Di 31’ê Adarê de jî xwestin mazbataya Zeydan desteser bikin

Piştî ‘radestkirina mafên qedexekirî’, Abdullah Zeydan ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de wek Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat bijartin, bû hedefa desthilatiyê. Xwestin ku mazbatayê bidin namzetê AKP'ê Abdulahat Arvasê ku di hilbijartinê de têk çûbû. Gelê Wanê ku heman rojê daketibû qadan, berxwedaneke mezin nîşan dabû. Piştî vê berxwedanê biryar hat betalkirin û mazbataya Abdullah Zeytan lê vegerandin. Gelê Wanê ku diyar kir ku îro jî bi cezakirina Abdullah Zeydan re amedekariya anîna qeyûm a li dijî îradeya wan tê kirin. Gel, berxwedana piştî 31’ê Adarê ya li Wanê bi bîr anî û got, “Em rê nadin qeyûman.”

‘Emê dev ji doza xwe bernedin

Fatma Serhatli ya ku şeva xwe li ber avahiya şaredariyê derbas kir, tiştên hatine kirin wek “Dijminatî” pênase kir. Fatma Serhatli bibîr xist polîsên ku di 10'ê Sibatê de êrîşê meşa "Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” a di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Wanê hatibû lidarxistin kirin, jinan derb kirine. Fatma, diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û wiha got: "Em jin rê nadin qeyûman.

Em li ser navê vê têkoşînê gelek bi hêvî û bawer in. Tu kes nikare baweriya me ya ji vê dozê bişkîne. Wê ev gel tu caran dev ji vê têkoşînê bernede. Serkeftin wê her tim para me be.”

‘Ger qeyûm bê, bila pêşî derkeve diyarê me’

Fatma Serhatli ya ku got, “Ger ji bo qeyûman plan tên kirin, bila qeyûm pêşî derkeve diyarê me û li çavên me binhêre”, bi bîr xist ku gelê Wanê di hilbijartinên herêmî de her 14 şaredariyan jî bidest xistiye û îradeya xwe diyar kiriye.

‘Gelo ji berxwedanê dersa xwe negirtin?’

Ji jinên çalakiya nobetê digirin Macîde Varhar jî wiha got: "Çi dibe bila bibe, wê gelê Wanê berxwedana xwe bidomîne." Macîde Varhar, bibîr xist ku gelê Wanê piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li dijî hewldanên desteserkirina îradeya gel berxwedanek mezin nîşan daye û wiha pirsî: "Gelo ji berxwedanê dersa xwe negirtin?"

‘Em netirsiyan lê ew ditirsin’

Zehra Akkoyun, diyar kir hikûmeta ku ji îradeya Kurdan ditirse, ji bo tepisandina gel hemû tiştî dike û wiha axivî: “Dewlet dixwaze hemû tiştan ji destê me bigre. Em ê li dijî vê zordariyê îradeya xwe biparêzin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heta duh jî jinan derb kirin. Em aştiyê dixwazin, lê ew bi êrîş û qeyûman ten. Duh, tirsa îro bû. Lê em disa netirsiyan û em dîsa li vir in. Ji ber ku ew ji me ditirsin, êrîş dikin. Bila ji me bitirsin.”

'Tenê kesek jî bimîne, wê têkoşîna bidome’

Rihan Kaplan jî, balkişand li ser serkeftina di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bidest xistin û wiha got: “Me ev şaredarî bi darê zorê ji tu kesî nestend. Me bi îrade û keda xwe girt. Ger ku wiha bikin, bila hilbijartin çênekin. Em diçin hilbijartinê, dengê xwe didin, piştre tên û ji destê me digrin. Tenê kesek jî bimîne, ewê têkoşîna me bidome. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe li vir in.”