Starta çalakiyan hat dayîn: Li dijî tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dirûşmeya "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ragihand.

Qamişlo- Bi boneya nêzîkbûna Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a cîhanê re ku dikeve 25’ê Mijdarê, Platforma Çalakiyên hevbeş ên tevger û Rêxistinên jinan Bakur û Rojhilatê Sûryayê, bi dirûşmeya "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” bernameya çalakiyê xwe ragihand. Daxuyanî li stadyûma Şehîdên 12 Adarê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûryeyê hat dayîn.

Daxuyanîya ku ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hatî xwendin wiha bû:

“Her sal 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê tê naskirin, ji bo ku bibe bersivek li hemberî tundiya herî dijwar a ku di wê rojê de hatiye jiyankirin. Bila bersiva me bi bilindkirina dengê xwe yê rastî li dijî zihniyeta rejîmên desthilatdar, zihniyeta baviksalarî û kapîtalîst ên ku hewil didin vîna jinê bişkînin, rola wê biçûk bixin û hebûna wê ji holê rakin, dixwazin berxwedana wê ya mezin ku ji bo jiyana azad û bidestxistina mafên xwe yên rewa di dîroka mirovahiyê de  ku ta niha jî didome pûç bikin. Di 25’ê mijdara sala 1960’î de, xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin, ên ku li dijî zalimên serdemê û zordestiya zilamê desthilatdar têkoşîneke bêhempa dane meşandin, heta ku bûn mînak, hêvî û ronahiya rastîn ji bo hemû jinên têkoşer di cîhanê de. Li ser vê bingehê em hemû şehîdên xwe yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin da ku helwestên jinên bi hêz, berxwedêr û xweragir qezenc bikin, her gava ku em ber bi pêşketin û serkeftinê ve davêjin bi saya fedekarî û şopên wan ên dîrokî ye ku cîhan wê her tim di her serdeman de bi bîr bîne.

‘Jin li dijî tundiya zilama desthilatdar li ber xwe didin’

Bi navê tevger û rêxistinên jinan Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, em hemû jinên ku li dijî tundiya zilamê desthilatdar li ber xwe didin û yên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê pêşengtiya têkoşînê dikin û îspat kirine ku dikarin siyaseta wan têk bibin, silav dikin. Her wiha em jinên Kurdistanî û dostên Kurd ên ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tundiya mêr û dewletê berxwedana xwe ya cewherî xurt kirine silav dikin. Her wiha em hemû girtiyên siyasî yên jin ên ku di girtîgehên rejîma Îranê û hemû dewletên din de, ku li hemberî tecrîd îşkence û cezayên darvekirinê li ber xwe didin silav dikin. Hemû jinên ku li dijî dagirkeriyê xaka xwe diparêzin, ji Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ta cîhanê û hemû jinên berxwedêr ên ku  bi dirûşmeya jin, jiyan, azadî diqîrin silav dikin. Em bi rastiyeke ku bi zelalî tê dîtin re, rû bi rû ne, Zihniyeta zilamê desthilatdar wê ji armancên xwe venegere, wê xwe bi lez û beztir ji nû ve hilberîne, ji ber tê dîtin ku zihniyeta zilamê serdest û pergala wê ya baviksalarî  bi bilndkirina têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê li hemû deverên cîhanê, qirkirina wê zêde dike.

‘Li dijî her cûre tundiyê jin xwe birêxistin kirin’

Di vê rojê de li dijî hemû binpêkirin û pêkanînên hovane yên li ser jinan tên kirin ku êşên wan hîn kûrtir kirine. Di pevçûn û şerên ku li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê de diqewimin û heta niha jî didome weke Sûriyê, Iraq, Îran, Tirkiyê, Efxanistan, Lîbya û Filistîn. Em soza têkoşîna xwe nû dikin. Li  sûriyê dema ku krîza wê  derbasî sala xwe ya 13’emîn dibe, jinên Sûriyê hîn jî li dijî her cure tundî û neheqiyê şer dikin,  bi rêxistinbûn, îradeya xurt û xebatên hevgirtî yên jin ku bi şoreşa Rojava ya bakur û rojhilatê suriyê dest pê kir, maf û azadiya xwe diparêzin.

‘Li heremenên dagirkirî jin bi tundiyê re rû bi rû ne’

Heta ku  li hemû dever û herêmên Sûriyê  û cîhanê berfireh dibe.Tevî destkeftiyên jinan, polîtîkayên rejîma Baas, dewleta Tirk a dagirker û komên ku piştgiriya wê dikin, hîn jî metirsiyekê li ser jinan çêdikin, ji ber ku her roj rastî rêbazên zext û qirkirinê tên, bi taybet li herêmên dagirkirî Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û herêmên Cerablus, Ezaz, El-Bab, ji bilî komkujî û tawanên şer ku  kesayetên pêşeng, welatparêz  û siyasî armanc dikin. Berdewamiya polîtîkaya zihniyeta desthilatdar a mêr bi hemû şêwe û rêbazên xwe hîn jî li ser esasê tinekirina jinên ku di bin  hincetên namûsê de tên qetilkirin û rastî tecawiz, talan û binpêkirina Hemû mafên wan û yên ku berdêlên giran didin û dibin qurbaniyên urf û adetên neyînî yên ku ji hêla normên zayendî û mîrasên civakî û olî ve hatine çêkirin, têgînên xwe di nava civakê de dide rûniştandin û xurt dike. 

Piştgiriya bi jinên Rojhilat û Îranê re

Li hemberî van hemû astengî û zehmetiyan em ê di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî hemû polîtîkayên rejîmên desthilatdar berxwedan  xwe bidomînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Û em daxwaz dikin ku berpirsên tawanên li dijî jinan hesap bên dîtin, û hewldana xwe ya domdar a ji bo rêxistinkirin û parastina xwe û yek kirina deng û helwestên xwe li hember her tiştê ku dijminatiya meşa azadiya jinê dike teqez dikin.Her wiha em piştgiriya xwe ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di serhildana xwe de diruşmeya “ Jin Jiyan Azadî ” ji xwe re esas girtibûn, tekez dikin.

‘Li dijî her cure tundî û dagirkerî Jin, Jiyan, Azadî’

Tekilî bi hemû jinên cîhanê re  ji bo pêkanîna  hevgirtin û yekîtiyê  bi berxwedan û nêrîneke hevpar a têkoşînê, ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundiyê û rakirina neheqiya ku li ser jinê tê kirin, li ser esasê rêgezên jiyana hevbeş, di çarçoveyeke demokratîk de û piştgiriya hemû jinên di  herêmê û cîhanê de.Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî Jin, Jiyan, Azadî”, destpêkirina kampanyaya sala 2023’an radigihînin.”

 Çalakî ji 13’ê Mijdarê heta 25ê Mijdarê wiha dest pê dike:

1- Ji 14 ta 19 mehê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn.

2- Di 18’ê mehê de Hêzên Parastina Jin ya Cewherî dê meşekê li seranserî herêma Cezîrê bê lidarxistin.

3-Perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo mêran di dema 3 rojan were vekirin.

4- 24’ê mehê dê li ser malperên medyaya civakî kampanyaya hashtagê bê destpêkirin.

5- Civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên torên civakî were lidarxistin.

6- Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşandana şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêş kirin.

7- Li gundê jinan (Jinwar) rêze serdan bên lidarxistin.

8- Broşurên danasînê derbarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bên blavkirin.

9- Ji bo jinên ciwan wê meşa bisîkletê bê lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên li dijî tundî û dagirkeriyê bilind bikin.

10- Di 14’ê vê mehê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn ve tên lidarxistin.

11- Her tevger û rêxistinek jinan li gorî bernameya xwe xebatên xwe yên curbecur pêk tîne.

12- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Kantonan meşên girseyî bên li darxistin. Silav li giyanê pak, qurbaniyên tundiya li ser jinê û hemû jinên ku li her derê cîhanê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têkoşiyane û em bîranînên wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Daxuyanî bi druşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.