‘Însiyatîfa ji bo koçberên Xezayê û Başûrê Lubnanê hate destpêkirin’

Însayatîfa ku li Lubnanê ji bo kesên li Şerîda Xezayê û başûrê Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlî ji cih û warên xwe bûne, hatiye çêkirin, armanc dike ku herî kêm heta radeyekê êşan kêm bike.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ku sivîl, nexweşxane û dibistanan dike hedef, ev 38 roj in bênavber didomin. Li gorî daneyên Ajansa Alîkarî û Xebatê a ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) li Xezayê hejmara miriyan bû 11 hezar û 180, nêzî milyonek û 600 hezar kes jî koç kirin. Nêzîkî 748 hezar ji Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne li 151 tesîsên li welêt mane. 588 hezar kes li stargehên UNRWA yên li başûrê Xezayê di gihandina lênêrîna tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin.

Înîsiyatîfa ku ji bo piştgiriya bi koçberan re were nîşandan

"Însiyatîfa Kampanyaya Ciwanên Lubnanê ji bo Alîkariya Xezayê û Başûr nêzî 100 hezar kesî ku di nav wan de gelek jin hene neçar man ji Xezayê û başûrê Lubnanê koçî deverên cuda yên Lubnanê bikin, hate damezrandin. Yek ji endamên înîsiyatîfê Seroka Komeleya Windows Faten Al-Zein der barê xebatên xwe de agahî da.

'Me dest bi tespîtkirina pêdiviyên lezgîn kir'

Faten El-Zein bal kişand ser vê yekê ku bûyerên li Xezayê bûne sedem ku her tiştî ji bo piştevaniya gelê Xezayê bikin û got:

“Me her wiha ‘Însiyatîfa Kampanyaya Ciwanên Lubnanê ya Alîkariya Xezayê û Başûr’ da destpêkirin. Di dest pê de em çi bikin, kî li ku ye û hewcedariyên lezgîn ên gel diyar bikin. Divê em bi awayekî sîstematîk bixebitin da ku ewlehiya kesên ku ji Xezayê ji cîhê xwe bûne misoger bikin. Em lîsteyek amade dikin ku hewcedariyên tenduristî û xwarinê û her wiha piştgirîya cûrbicûr bicîh bînin. Ji ber ku jin li Xezayê di bin şert û mercên gelekî taybet de ne, me jî pêdiviyên wan li ber çavan girt.”

'Pêdiviya koçberan bi hevgirtina me heye'

Aktîvîsta Hawirdorê Meryem Bîlal a ku beşdarî însiyatîfê bû, bi bîr xist ku kampanyaya alîkariyê ya ji bo Xezayê ji rojên ewil ên êrîşan dest pê kiriye. Bombebaran ji hemû aliyan ve bandor li jin, zarok û her kesê ku li Xezayê dijîn kiriye û dest bi axaftina xwe kir:

“Ji bo alîkariya gelê me yê li Xezayê bikin me însiyatîfek da destpêkirin. Lê belê, pêşketina bûyeran bû sedem ku em piştgiriya li xaka Lubnanê gelê ku ji cîhê xwe bûne bikin. Gundên nêzî sînor hatin valakirin. Ji ber vê yekê em neçar man ku li gel malbatên ku li cihên cuda belav bûne bin û alîkariya wan bikin. Bi qasî ku me bi dest xist li gor derfetên her kesî hevgirtineke mezin di nava gel de hebû. Hewldanên me hîn takekesî ne û em hêvîdar in ku ev hewldan berfirehtir bibe û tevahiya xaka Lubnanê bigire nav xwe. Li seranserê xaka Lubnanê mirovên ji cîhê xwe bûne hene û pêwîstiya wan bi me heye ku em ligel wan bin.  Bi qasî ku pêdiviya piştgiriya aborî heye piştgiriya manewî jî heye.”

‘Em li gundên başur jî erîşên hovane dibinin’

Rojnamevan Fadia Cuma ku li bajarê Tire li başûrê Lubnanê kordînatora înîsiyatîfê ye û di eynê wextê de çalakvana jîngehparêz e got:” Di nebûna biryarên navneteweyî yên ji bo rawestandina pêvajoya qetlîamê, koçberkirin û dorpêça li ser gelê Xezayê, her çend tundî kêm bin jî em heman dîmenê êrîşên hovane li ser gundên başûr jî dibînin.” Fadîa Cûma bal kişand ser wê yekê ku hejmara kesên ku ji gundên başûr neçarî koçberiyê bûne û ber bi deverên curbicur ên Lubnanê çûne ne kêm in û got: "Ji ber vê yekê ji bo piştgiriya Xezayê û Başûrê Lubnanê me dest bi vê pêngavê kir."

‘Tevlîbûn her roj doçe mezin dibe’

Fadîa Cûma diyar kir ku wan ji ber pandemiya Covid-19, krîza aborî, teqîna li bendera Beyrûtê û erdheja ku di 6’ê Sibata sala borî de bandor li Sûriyê kir, wan berê gelek însiyatîfa ji bo hevgirtinê dabûn destpêkirin. Fadîa Cûma destnîşan kir ku înîsiyatîfa ku wan ava kirine niha jinên têkoşer ên ji gelek qadan weke jîngeh, mafên mirovan û çapemeniyê di nav xwe de dihewîne û diyar kir ku pêngav bi beşdariyên nû roj bi roj mezin dibe û wiha axaftina xwe domand:” Tevlîbûnên ku çêdibe em dikarin bêhtir dengê xwe bilkind bikin, em dikarin bexş kom bikin. Ya girîng ev e ku hejmar zêde bibe da ku dilxwazên ji beşên cihê civakê li hemû herêmên Lubnanê bihewîne.

‘Di serî de welatê rojava hewcedariya bi sekna mirovî heye’

Fadia Cuma destnîşan kir ku ew hewcedarî û pêdawîstiyên bingehîn ên xelkê Xezayê  û başûrê Lubnanê bi taybetî jin û zarokan dişopînin û wiha gotinê xwe bi dawî kir:” Îro li gelek herêmên Lubnanê alîkarî tên komkirin. Ji bilî çêkirina rûpelek li ser malpera medyaya dîjîtal ya Facebookê, bi rêya sepana WhatsAppê jî komek hat çêkirin. Kesên ku dixwazin bexşê bikin dikarin bi hêsanî xwe bigihînin jimareyên têkiliyê. Helbet alîkariyên ku em ê bidin, ji bo xisarên mezin ên ku gelê Xezayê gihandine têra wê nake, lê dê heta radeyekê êşa wan sivik bike. Îro ji bo gelê Xezayê, bi taybetî jî welatên rojava, hewcedariya helwestek mirovahî heye.