SOHR: Tirkiye 200 penaber li herêmên di bin kontrola xwe de bi cih kir

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk nêzî 200 penaberên Sûriyeyê, li Suriyeyê nîştecihê li herêmên di bin kontrola xwe û yên girêdayî çeteyên xwe bi cîh kir.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirkiyê di çarçoveya “projeya guhertina demografiya herêmê” de, penaberên Sûriyê dişîne Efrîn, Ezaz û Serêkaniyê. Malaçavdêrîya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku wan 200 penaberên Sûrî yên ku li Tirkîyê dimînin, ji deriyê sînorî yê Bab El a navçeya Ezazê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vegerandine herêmên di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê.

SOHR’ê di 1’ê Tîrmehê de jî ragihandibû ku dewleta Tirk 19 Sûriyeyan bi deriyê sînor ê Serêkaniyê re şandine herêma di bin kontrola xwe de.