SOHR: Di êrişên dewleta Tirk û hêzên Şamê de 10 kes mirin

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk piştgiriyê dide wan duh êriş birin ser bajarokê Sermîn, navenda bajarê Idlibê û Helebê. Di van êrişên cûda de 10 kes jiyana xwe ji dest dan, 42 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê êriş biriye ser gelek heremên Islibê. SOHR’ê anî ziman ku di êrişan de zêdetirî 35 fuze hatine bikar anîn, destnîşan kir ku di êrişên duh li ser bajaroja Sermîn a li rojhilatê Idlibê pêk hatiye de 7 kes jiyana xwe ji dest dane û 42 kes jî birîndar bûne. 

SOHR da zanîn ku çeteyên ‘Cebha El Weteniya Litehrîr’ yên girêdayî dewleta Tirk bajarokên Zehra û Nubule yên li bakurê Helebê bombebaran kiriye û di bombebaranê de li Nubule 3 kes jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

Di heman demê de hêzên hikûmeta Şamê, derdora rojavayê Helebê û derdora bajaroka Daret Îze jî bi obusan bombebaran kir.