Komîteya Şopandinê û Lêkolîna Rastiyan civîna çapemeniyê li dar xist

Komîteya Şopandinê û Lêkolîna Rastiyan ya ji bo şopandina êrişên li dijî rojnamegeran li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, civîna xwe li dar xist.

Qamişlo- Rojnameger li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî rastî gelek binpêkirinên rasterast û nerasterast tên. Bi dehan rojnameger ser erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk ve hatin armancgirtin ku di encam de yan jiyana xwe ji dest dan û yan jî birîndar bûn. Bûyera herî dawî ku di 23’ê Tebaxa 2023’an de li dijî kenala Jin TV pêk hat çend meh berê, ku di encama êrîşeke dironên Tirkiyê rasterast ekîb hat armancgiritn, ajokarê seyareya qenalê Necmedîn Fêsel jiyana xwe ji dest da û xebatkara Jin TV Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

Li gel vê bûyerê, komîteyeke şopandin û lêkolîna rastiyan derbarê armancgirtina rojnamegeran de sê meh berê hat avakirin. Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, hin rojnamegerên pispor ên xwedî tecrube hem ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî derveyî Sûriyê û hejmarek mafnas, di vê komîteyê de cih digirin.

Têkildarî vê komîteyê, ji bo parvekirin hûrgulî û xebatên vê komîteyê, îro li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê civîneke çapemeniyê bi amadebûna hejmarek rojnameger li dar xistin.

‘NY bi erkên xwe yên parastina mafên rojnamegeran ranabe’

Di vê civîna çapemeniyê de daxuyaniyek hat xwendin, naveroka wê jî bi vî awayî bû:

“Tevî baweriya me bi girîngiya Neteweyên Yekbûyî di parastina mafên mirovan û parastina aştî û ewlehiya navneteweyî de, em bi heman baweriyê dibînin ku nikarin hemû erkên parastina mafên mirovan li hemû deverên cîhanê bi cih bînin. Lê li gorî heman pîvanê, em dibînin ku pêdiviya lezgîn bi lîstina rolên piştevaniyê di peydakirina belgeyên tawanan, eşkerekirina rastiyan, belgekirina amûrên tawanan. Ev yek jî bi misyonên vedîtina rastiyan û avakirina komîteyên navdewletî yên serbixwe ji bo eşkerekirina tawanên cengê li hemû welatên cîhanê.

Avakirina dezgeheke ragihandinê ya navneteweyî

Tawankar berdewam in bi tawanên xwe yên li dijî rojnamevanan, ji ber ku ew bi bawer in ku ew ji dadkirinê parastî ne, lê ew nizanin ku em plan dikin ku di salên pêş de wan dorpêç bikin û wan bişopînin. Armanceke me ya rast ji avakirina dezgeheke ragihandinê ya navneteweyî heye ku erka wê çavdêrî û şopandina kujerên rojnamegeran, şopandina sûcdaran di salên pêş de û zexta li ser saziyên dadwerî yên navneteweyî û zexta li ser saziyên navneteweyî û hiqûqî ye. Dadgeha Tawanan a Navdewletî biryara girtinê li ser wan derbixe û bi belgeyên ku li ber destê me ne da ku alîkariya dadgehan di biryarên wan de bikin. Em ê bi daxuyaniyên şermezarkirinê. Bûyera Delîla Egîd ji nedîtî ve nayê û bûyerên ku li Sûriyê rojnamevanan dikin armanc, dê bê lêkolîn û belge nemînin. Xebata me ji bo nehiştina binpêkirinên pêşerojê û teşwîqkirina pabendbûna bi yasayê pir girîng e. Armanca komîteyê ew e ku bingehek ji bo dadgehkirina pêşerojê deyne.”

‘Belgeyê bûyerê hatine amadekirin ji bo rakirina dozê’

Rêvebera Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û di heman wextî de endama komîteya şopandina binpêkirinên derheqê rojnamegeran de Evîn Cuma da zanîn ku wan bi komîteyên Neteweyên Yekbûyî re hevkarî kir di belgekirina tawanên cengê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînê di warê Komara Sûriyê û wiha axivî: “Dewleta Tirk vê carê ji bo kesayeta rojnamevaneke jin êrîş pêk anî dûrî cihekî şer de ango cihekî leşkerî. Dema ku ev bûyer qewimî û komîte hat avakirin, gelek aliyan têkilî bi me re kirin û xwestin bibin alîkar di şopandin û analîzkirina bûyeran de. Li gorî belge û lêkolînên ku me bi dest xistine, me rapora dozê amade kiriye li gorî ku tê xwestin bi alîkariyan. Hin hevdîtin bi şahidên bûyeran û malbatên mexdûran  re hatin çêkirin ku ev jî di bikeve xizmeta van dozan de.”

‘Ji bo ku sûcdar bê hesab nemînin’

Li aliyekî din, Rojnameger û di heman demê de Endama Yekîtiya Ragihandina Azad Mizgîn Xelîl diyar kir ku bi hatina Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan re, mafên mirovan û di nav de yên rojnamegeran tê çewisandin û got: “Em bal dikişînin li ser armancgirtina rojnamevanan taybet li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve. Piştî bûyera armancgirtina ekîba kenala Jin TV, ev komîte hat avakirin. Yek ji armancên sereke yên komîteyê ew e ku sûcdaran bê hesab nehêle bi rêya belgekirina sûcan û ragihandina rastiyan ji aliyên pêwendîdar ku dê weke doz werin pêşkêşkirin.”