Serhildanên li Mehabadê bênavber didomin
Li Mehabadê grev û çalakiyên giştî didome. Bi grevan re hemwext, gelê Mehabadê jî duh şev herikin kolanan û banga azadiyê kirin.

Mehabad – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin dest pê kirin, didomin. Gelê Mehabadê ku guh dan bangên greva giştî ya 3 rojan û xwepêşandanên kolanan li dar xistin, kolanên sereke, hemû bazar û dukanên taxê girtin.
Welatiyên ku duh şev li bajara Mehabadê derketin derve, serhildanên xwe berdewam kirin. Welatiyên ku ji mizgeftan banga azadiyê kirin, bi piranî li erdên şaredariyan, Kolana Hobgah Awa, Tepe Ghazî, Baharestan û Koî Zîba xwepêşandanen bi heybet lidar xistin. Welatiyên ku tevlî xwepêşandanan nebûn, li ber malên xwe bi pêxistina agir piştgirî dan xwepêşandanan.
Li kolanên bajara Mehabadê, diruşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo azadiyê şoreşa jinê”, “Mirin ji dîktator û xayîn re” dengveda, di navbera şervanên azadiyê û hêzên rejîmê de pevçûnêk hat jiyîn. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, polîs û leşkerên rejîmê neçar man wesayitên xwe bihêlin û birevin.