Çiyagera Îranî Ketayun Mahmudifar hat girtin
Çiyagera Îranî Ketayun Mahmudifar ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin û der barê rewşa wê de ti agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Hevdem ligel serhildana şoreşgerî û berdewamkirina girtina çalakvan, xwendekar, xwendekar û azadîxwazan, di rojên borî de çiyageriya Îranî Ketayun Mahmudifar ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, Ketayûn Mehmudifar li devera Haşimiye ya bajarê Meşhedê hatiye binçavkirin û tevî şopandina vê malbatê, heta niha ti zanyariyek der barê sedemên binçavkirina wê tu agahî bi dest neketiye.
Ketayun Mahmudifar endama tîma neteweyî ya hilkişîna zinaran û antrenorê hilkişîna çiyê ye, di sala 2021’an de hilkişiyaye lûtkeya Manasluyê ya li zincîre çiyayên Hîmalaya, her wiha lûtkeya Kurjeskaya û lûtkeya Lenîn li Kirgizîstanê ji wan lûtkeyên ku Ketayun Mahmudifar bi ser ketiye.