'Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ji bo jinan xaleke werçerxê ye’
Helbestvan Çoman Huseyînzade bal kişand ser polîtîkayên cihêkariyê yên li dijî jinên Îranê û got, "Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di jiyana jinan de werçerxek dîrokî ye."
JIWAN KERÎMÎ
Kamyaran – Helbestvan Çoman Huseyînzade ku ji ber ewlehiyê xwest rû û navê wî nepenî bê hiştin, ji ajansa me re behsa zehmetiyên ku jinên Îranê pê re rû bi rû dimînin kir. Çoman Huseyînzade da zanîn ku jin û zarokên keç li Îranê hewl didin ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve bên çewisandin û got, “Hewce nake em pir dûr biçin, eger ez ji malbata xwe mînakek jî bidim, nêrîna zihniyeta desthilatdar a li ser jinê derdikeve holê. Ji zarokatiya min ve malbata min digot bila keç li malê bimînin, li derve çi dixwazin nikarin li xwe bikin, hin mafên me nînin. Heman tişt ji bo xortan ne rast e."
'Em di ferqa cihêkariyê de ne'
Çoman Huseyînzade anî ziman ku di malbatê de nêrîna jin û zarokên keç nayê pirsîn û wiha got: “Her çiqas em nêrînekê bibêjin û ev gotin rast be jî nayê qebûlkirin. Ev cudakariya eşkere ye. Haya me ji cudakariya di nav civak û malbatê de heye. Mînak dema ez zewicîm, ne tercîha min bû. Ez li ser daxwaza malbata xwe zewicîm. Ji min re tu çareyek din nehiştin. Ew ferq nakin ku em çi hîs dikin û çi dijîn. Em nikarin li ser jiyana xwe jî biryaran bidin û bi tu awayî mafê hilbijartinê nadin me.”
‘Jin di warê aborî de ne serbixwe ne’
Çoman Huseyînzade destnîşan kir ku serxwebûna aborî ya jinan jî faktora metîngeriyê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku jin di aliyê aborî de ne serbixwe ne, hem dikarin bi malbat û hem jî bi hevjîna xwe ve girêdayî bin. Girîng e ku jin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin, da ku xwe ewletir hîs bikin û bi awayekî azadtir biryarên ku dixwazin bidin. Serxwebûna aborî dikare gelek pirsgirêk û astengiyên jiyana jinan ji holê rake. Divê neyê jibîrkirin ku aliyên hiqûqî, siyasî, çandî û civakî yên cudakariya li ser jinan bandoreke weke ya aborî heye.”
'Jin dikarin jiyana ku heq dikin bijîn'
Çoman Huseyînzade her wiha bal kişand ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û got, “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di jiyana jinan de qonaxeke dîrokî ye. Jiyana di nava civakeke azad û wekhev de jiyaneke ku pêwîstiya her kesî bi taybetî jî jin e. Ger guhertinên siyasî bên kirin civak û bi taybetî jin dikarin jiyana ku heq dikin bijîn.”