KCDP: Di meha Adarê de 23 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di meha Adarê de 23 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 19 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Stenbol – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) “Rapora Adara 2023” eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Hundir li şûna ku diyar bike çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine qetilkirin, bi xeletî hatine amadekirin rastiyan berovajî kiriye. 

'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo rawestandina qetlîamên li ser jinan pêkanîna pêşniyarên çareseriyê yên şênber peywira dewletê ye û wiha hat gotin, "Ji bo pêkanîna vê erkê hemû wezaret û mekanîzmayên pêwendîdar seferber bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

8 jinên ku dixwestin li ser jiyana xwe biryarê bidin hatin qetilkirin!

Li gorî raporê hat diyarkirin ku di vê mehê de 23 jin hatine qetilkirin; 19 jin bi awayekî ku bi guman jiyana xwe ji dest dane hatin dîtin. Ji 23 jinên hatine qetilkirin 8 jê bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, wek hev berdan, lihevnekirin, redkirina zewacê, redkirina têkiliyan, 2 jî bi hinceta aborî û 1 jin bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, hatin qetilkirin. Nehat zanîn ku 12 ji wan bi çi hincetê hatine qetilkirin.

9 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicîn ve hatin qetilkirin

Ji 23 jinên di meha Adarê de hatin qetilkirin 9 jê ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne, 4 jê ji aliyê mêrên ku têkiliyê wan hene, 2 jê ji aliyê mêrên ku berê bi hev re bûn, 2 jê ji aliyê bavê wan ve, 2 jê ji aliyê kurê wan ve, 2 jê ji aliyê kesên nas dikin ve, 1 jê ji aliyê xizmê xwe ve hatin qetilkirin. Vê mehê ji sedî 39’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne hatin qetilkirin.

Jin bi piranî li malên xwe hatin qetilkirin

Ji van jinan 16 jê li malê, 4 jê li kolanê, 1 jê li otêlê, 1 jê li cihê kar û 1 jê jî li qada daristanê hatin qetilkirin. Ji sedî 70’ê jinên di vê mehê de hatin qetilkirin li malên xwe hatin qetilkirin.

'Tiştê ku em bi dest bixin nikare bibe bazariya we ya hilbijartinê'

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re hin aliyên siyasî dest bi eşkerekirina neyartiya xwe ya li dijî jinan kirine û wiha hat gotin: “Desthilatdariya siyasî ya heyî partiyên siyasî yên xwedî fikrên mezin ên bi vî rengî kom kirine. Em dizanin ku yek ji van partiyan HUDAPAR jî li dijî Peymana Stenbolê daxuyanî da û banga mîtîngên nefretê yên LGBTIQ+ kir. Dîsa heman partiyê diyar kir ku dibe ku zewacên zarokan hebin. Endamekî din ê vê tifaqê, Partiya Ji Nû Ve Refahê, şert û mercên tevlîbûna tifaqê êrîşên rasterast ên li ser mafên jinan dihewîne.”

Di raporê de hat gotin ku weke jin ew ê li dijî vê zîhniyetê têkoşîna xwe bidomînin û wiha hat gotin: “Tiştê ku me bi têkoşînê bi dest xistiye nikare bibe bazariya we ya hilbijartinê. Em ê li ser jiyana xwe biryara xwe bidin, em ê li ber xwe bidin, em ê bijîn, hûn ê hemû bi hev re biçin.” 

Banga tevlîbûna doza girtinê kirin

Di raporê de doza girtina KCDP’ê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Em ji bo doza girtina komeleya xwe di 5’ê Nîsanê de li Edliyeya Çaglayanê li benda hemû jinan û LGBTÎQ+’an in. Ew ê nikaribin dest bidin 6284 an jî Platforma me.” 

Di raporê de çîrokên têkoşîna jiyanê ya 23 jinên di meha Adarê de hatin qetilkirin jî cih girt.