Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 88’an de ye
Di berdewamiya xwepêşandan û aloziyên şevê din de li bajarên cuda cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşanderan li ser dîwarên parêzgarî û teşkîlata îstixbarata Ciwanro yê dirûşmên li dijî hikûmetê nivîsandin.

Navenda Nûçeyan - Li gel zext, îşkence, binçavkirin, girtin û darvekirinê jî, serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û bênavber didome. Rejîma Îranê duh Mecîd Riza Rehnewerdî li qadekî giştî ya gel îdam kir. Di 8’ê Kanûnê de ciwanê bi navê Mohsen Şekarî jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin.
Di serdegirtina mala de li jinê îşkence
Hêzên rêjîmê îro jî avêtin ser mala mamoste Seifullah Hosseini û di encamê de deriyê sereke, camên malê û deriyê malê hat şikandin. Di dema binçavkirinê de hevjîna Seifullah Hosseini jî rastî îşkenceyê hat. Di dawiya îşkenceyê de di destê hevjîna Seifullah Hosseini de şikestin çêbû.
Gel li ber avahiyên dewletê kom bûn
Piştî demjimêrekê ser girtinê re derbazbû gelê Ciwanroyê li ber avahiya parêzgarî û îstixbaratê kom bûn û daxwaza berdana melayê Cemaeta Ciwanro kirin. Xwepêşanderan li ser dîwarên parêzgarî û teşkîlata îstixbaratê ya Ciwanroyê jî dirûşmên li dijî hikûmetê nivîsandin. Li beramberî kombûna girseyî ya gel, efseran newêrîbûn deriyên avahiyan vekin û derkevin pêşberî gel. Li ser deriyê sereke û dîwarên parêzgarî û îstixbaratê Şervanên Azadiyê dirûşmên “Bimre Hameney, Bimre Dîkdator” nivîsandin.
Li dijî darvekirinê bertek
Her wiha duh li Şîraz û Meşhedê xwendekarên jin li dijî darvekirina çalakgeran meşek li dar xistin û rejîma Îranê şermezar kirin. Li Îranê çalakiyên xwendekarên zanîngehê jî berdewam dike. Di çalakiyên hatin pêkanîn de 2 ciwanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin jî hatin bîranîn. Girtiyên Girtîgeha Êvînê jî bi nameyek vekirî cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve ya li dijî çalakvanan şermezar kirin û banga rawestandina darvekirinan kirin.
Hate diyarkirin ku hejmara çalakvanên ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Şinoyê hatine binçavkirin û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, derket 6’an. Navê ciwanên ku der barê van de cezayê darvekirinê hatiye dayîn wiha ye: Şehram Merûf Mula, Karwan Şahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîdî, Ferzad û Ferhad Tahazade.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ciwanê bi navê Şehryar Adil li bajarê Serdeştê hat binçavkirin. Tê diyarkirin ku Şehryar Adil ê di binçavkirinê de rastî êşkenceyê hatiye, hatiye qetilkirin.
Tê payîn ku Nesrîn Qadirî ku di xwepêşandanên Tahranê de hat qetilkitin, îro li Merîwanê were veşartin.
Tevî hemû zext, eşkence, binçavkirin, girtin û biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê jî şoreşa gel a ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiriye, bênavber didome.