Li Mahabadê hejmara girtiyan zêde dibe

Xelkê Mehabadê di van demên dawî de ji ber dorpêça hêzên ewlekariyê di şert û mercên dijwar de dijîn û kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest didin bi şev tên veşartin.

LARA CEWHERÎ

Mahabad - Piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê rayedarên Îranê ve, xwepêşander li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin kolanan û nerazîbûnê li dijî neheqî, cudakarî û kuştina ku ji aliyê hikûmetê ve tê kirin nîşan didin.

Hêzên ewlehiyê li bajarên ku tevlî serhildana gel bûn, bi tank û çekên giran xwepêşandanan tepeser kirin. Bajarê Mahabadê yek ji wan bajaran e ku gelek ciwanan tê de canê xwe ji dest dane û gelek ji wan jî hatine girtin.

Li deriyên bajarên rojhilatê Kurdistanê xalên kontrolê

Xalên kontrolê yên giran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li deriyên bajarê Mahabadê û hin deverên din hatine danîn. Wesayîd bi awayekî bêserûber û bê sedem tên rawestandin û kelûpelên şexsî yên di hundirê wesayîdan de û telefonên destan ên rêwiyan tên kontrolkirin.

Li Mehabadê ji ber bêewlehiyê gel malên xwe terk dikin

Li Mahabadê gelek malbat ji ber bê ewlehiyê û girtina hejmarek zêde kesan malên xwe terikandin. Gelek ciwan bê mal man û malên xwe terikandin çûn cihên bi ewle. Hêzên ewlekariyê bi şev bêyî biryara dadwerî bi tundî û gefan êrîşî malên wan kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûbûn kirin û ew girtin, tevî vê yekê jî ciwan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bang dikin.

Xwepêşanderên birîndar ji kêmbûna dermanan êşê dikşînin

Di gelek malbatan de endamek an jî çend kes di girtîgehê de ne. Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, ji ber zêdebûna hejmara girtiyan, baskê jinan li girtîgeha Mahabadê hatiye valakirin, girtî ji bo girtîgeha Urmiyeyê hatine veguhestin û bask kirine ji bo beşa mêran. Gelek avahiyên dewletê veguherandine girtîgehan.

Girtî ji ber buhabûna erzaqên li girtîgehan ji bo her kesê ne mumkin e ku ji xwe re xwarinê amade bikin. Hejmarek ji birîndarên li bajêr ku bi guleyên leşkerî birîndar bûne jiyana xwe ji dest dane û cenaze bi şev tên definkirin. Ji ber ku bajarê Mahabadê bi kêmbûna dermanan re rû bi rû ye, birîndarên ku birînên wan giran in ji bo nexweşxaneya Urmiyeyê hatin veguhestin. Kesên ku birînên wan ne giran in, dûrî çavên hêzên ewlehiyê ji aliyê hemşîre û bijîşkan ve tên dermankirin.

‘Li xalên kontrolê gelek kes rastî tundiyê tên’

 Welatiyê bi navê Mehstî Qadrî ku nexwest navê wê yê rast were eşkerkirin wiha got: “Piştî xwepêşandanên berfireh li bajarê Mahabadê xalên kontrolê hatin danîn. Berê li deriyên ketina bajan xalên teftîşê hebûn. Xelkê bajêr li xalên kontrolê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û heqaretê li wan dikin.”

S.A ku ji Mahabadê ye wiha anî ziman: “Di dema xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê gule li wesayîda malbateke xizmên me reşandin, li xala kontrolê ya li herêma Mokriyan ew rawestandin, telefonên wan kontrol kirin, piştre bi kêran û destikên boksê êrîşî wan kirin. Yek ji wan rastî lêdanê hat û yek ji wan jî bi kêra ku li stuyê wî xistin birînar bû û rewşa wî giran e niha di beşa lênihêrîna giran a nexweşxaneyê de ye.”

Li ser xwepêşandanên vê dawiyê yên ku li bajarê Mahabadê hatin lidarxistin Ş.K wiha axivî: “Em du jin di wesayîdek de bûn li xala kontrolê ya li ber deriyê bajêr li nêzî riya Polîsê Mehabadê hatibû danîn ku xaleke kontrolê ya nû ye. Gelek kesên ku rûyê wan girtîbû, wesayîda me sekinandin û her derê wesayîdê teftîş kirin, li belgeyên nasnameyê mêze kirin. Ji me pirsîn ka çima em ji bajêr derdikevin û diçin ku derê. Nêzîkî pênc deqeyan telefona me kontrol kirin û gava tiştek nedîtin em berdan.”