'Bûyerên tundiya derûnî nayên tomarkirin’
Şêwirmenda derûnî Şehîn Omer bal lê kişand ku li Helebceyê di rêjeya tundiya derûnî de zêdebûn tê jiyîn, diyar kir ku jinên rastî tundiya derûnî tên nayê tomarkirin û xwest navendek ku tê de piştgiriyê werbigirin bê avakirin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Halepce – Li gorî statîstîkên ku ji aliyê departmana polîs ya bajarê Helebce yê Başurê Kurdistanê ve hatine weşandin, di hefteya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ji 90 bûyerên rastî tundiya derûnî ya nav malê hatine 66 jê jin in. Şêwirmenda derûnî Şehîn Omer wiha got: “Li bajêr nebûna navendek ku jinên rastî tundiya derûnî tên re şêwirmendiya derûnî û piştevaniya bide, jinan ber bi bêçareseriyê re dibe.”
'Divê navendeke piştgiriya derûnî hebe'
Şehîn Omer diyar kir ku li Başurê Kurdistanê tenê li bajarên Hewlêr û Silêmanî nexweşxaneyên derûnî hene, wiha got: “Gelê herêmê xizanê, buhaya dermanên ku di tedawiya derûnî de tên bikaranîn jî bilind e. Ji ber vê jî gel nikare dabîn bike. Dîsa, rê pir dirêj e û çûnûhatin jî bi serê xwe lêçûnek zêde dixwaze.”
Şehîn Omer diyar kir ew gelek caran ji bo Helebceyê daxwaz kirine ku navendeke şêwirmendî û piştevaniya derûnî ya ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê vekirin, heta mekanekî guncaw jî diyar kirine, lê ji ber ku piştgirî negirtine hewildanên wan bê encam mane.
'Bûyerên tundiya derûnî nayên tomarkirin’
Şehîn Omer destnîşan kir ku gelek rehendên tundiye hene û wiha axivî: “Li bajêr di hejmara kesên rastî tundiya derûnî tên de zêdebûnek cidî heye. Hejmara kesên ku ne di hişmendiya ku tundiya rastî tê tundiya derûnî ye û ev tundî jî pekanîna cezayî hewce dike gelek zêde ye. Ji ber vê yekê jî li hemberî tundiya ku dibîne, tu rayedarên berpirsyare gilî jî nake. Dema ew rewş wiha be, bûyerên tundiya derûnî bi tu şewazê nayên tomar kirin.”
Şêwirmenda derûnî Şehîn Omer got ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya derûnî divê navendeke piştgiriya derûnî ya jin serî lê bidin bê avakirin.