Berhemên Gulnar Qasimî li Tehranê tên pêşandan

Hunermend Gulnar Qasimî ku bi berhemên xwe balê dikşîne ser pirsgirêkên civakî yên jinan, pêşangeha xwe ya dawî li Galeriya Walîtiya Tehranê vekir.

ŞABNAM TAWAKOLÎ

Tehran – Hunermend Gulnar Qasimî pêşangeha xwe ya ku ji tablo û kilamayan pêk tê li Galeriya Walîtiya Tehranê vekir. Pêşangeh wê heta 29'ê Mijdarê ji bo hezkiriyên hunerê vekirîbe. Em bi Gulnar Qasimî re li ser serpêhatiya wê ya di destpêkirina hunerê û pêşangeha wê de axivîn.

Gulnar Qasimî ku ji Zanîngeha Emîrkabîrê mezûn bû, diyar kir ku piştî welidandina zaroka xwe ya duyemîn pê hesiyaye ku divê dest bi tiştekî bike û wiha got: “Min dest bi dîzaynkirina zêr û zîv kir lê piştî demekê min fêm kir ku ev yek min îfade nake. Ji ber vê yekê min beşa hunerên dîtbarî derbas kir. Min di vî warî de dest bi xebatê kir û beşdarî dersan bûm. Bi vî awayî min hêsantir bi temaşevanan re têkilî danî. Berhemên min bi piranî xwedî bingeheke derûnî, civakî û felsefî ne.”

Di berhemên xwe de nakokiyan radixe ber çavan

Gulnar Qasimî da zanîn ku di berhemên xwe yên nû de herî zêde nakokiyên civakî vedibêje û wiha berdewam kir: “Mînak, nakokiya di navbera kevneşopî û modernîteyê de, nakokiyên çandî yên ku ji bin sîwanekê, ji beşa herî biçûk a civakê dest pê dike, gav bi gav dikeve nava xwe civaka bajarî û li qadeke berfireh belav dibe, bala min dikşîne. Min xebatên xwe di navbera rengên spî û reş de nîşan da. Ev şêwazek cuda ya xebatê ye ku hem kesayet, hem jî bedewiya me nîşan dide. Di dawiyê de, ji bo ku em bibin xwedî civakek bedew divê em xwe, qelsiyên xwe û yên din qebûl bikin.”

Gulnar Qasimî diyar kir ku xebatên wê bi kolajan dest pê kirine û wiha got: “Di heyama koronayê de min dest bi çêkirina van xebatan bi avê û akrilîkê bi bermahiyên kartonê kir. Piştre min dît ku min ji çêkirina hin şeklan hez kiriye. Min di xebatên xwe yên sêalî de rengên reş, spî û gewr bi kar anîn. Em di nav tarîtiyek, speklekek gewr de ne, bi hawirdora metropolek mezin a tijî qirêjiya derûnî û biyolojîkî temsîl dike, bi teknolojiyê re pir bi lez pêşve diçe, me hemûyan li hev dixe.”

'Min xwest pirsgirêkên jinan ragihînim'

Gulnar Qasimî amaje bi wê yekê kir ku mixabin her jin û keçek ku li Rojhilata Navîn ji dayik dibe wek welatiyek di pileya duyemîn tê dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin û keç bi gelek pirsgirêkên civakî re rû bi rû ne. Bi taybetî jî piştî zewac û dayikbûnê pirsgirêk girantir dibin. Mixabin em dibînin ku hinek jin li şûna ku piştgiriyê bidin hevriyên xwe, dijberiya wan dikin. Eleqeya min a ji hunerên dîtbarî re ji ber ku ez dixwazim hestên xwe yên hundirîn vebêjim dest pê kir. Ji ber ku keçeke min heye min xwest pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de bînim ziman. Hêvîdar im ji cîhanê re, her çiqas hin jin westiyabin û xwedî li zarokên xwe derkevin jî ez dizanim ku siberoja vê berxwedanê geş û bedew e. Ji ber vê yekê divê jin alayên xwe yên serkeftinê bilind bikin û berxwedanê mezin bikin.”