Serdanên Nobeta Edaletê ya Amedê didome

Jinên Farqînê yên serdana Nobeta Edaletê ya li Amedê didome kirin, stranên berxwedanê yên Kurdî vegotin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 25’an de berdewam dike. Her wiha çalakiya ku Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) di 4’ê Mijdarê de li gelek bajaran bi heman daxwazan hat destpêkirin jî didome.

Ji Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya navçeya Rezanê  ya Amedê di roja 18’emîn de berdewam dike, serdanên girseyî tên kirin. Îro jî jinên navçeya Farqîn bi awayekî girseyî serdana piştgiriyê kirin. Jinên ku bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", tilîlî û nîşaneyên serkeftinê hatin salona nobet bidome, hatin salona ku, ji aliyê jinên nobet didomîn ve hatin pîrozkirin.

'Em ji bo aştiyê hatin'

Di Nobeta Edaletê de jinan staranên berxwedanê yên Kurdî vegotin. Lahihel Arşîment a ji Farqînê har, wiha got: “Em ji bo aştiyê hatin. Bila tu dayik negirîn. Heta ku li ser Kurdan tecrîd hebe, dê li ser hemû gelan zext hebe. Ji bo vê jî divê tecrîd bê şikandin. Bila dayikên Tirk jî werin, piştgiriyê bidin çalakiyê û em tecrîdê bişkînin."