Jinên Êzidî: Li Şengalê vîna gelan bi ser ket

Jinên Êzidî yên serkeftina ku li Şengalê di hilbijartinan de bidest xistin pîroz kirin, gotin “Li Şengalê vîna gelan bi ser ket.”

Şengal-Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê duh di 18 parêzgehan de bi beşdariya bi mîlyonan kesî pêk hat. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihandibû ku ji sedî 41 ên dengdêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Yek ji parêzgehên herî girîng ên hilbijartinê, parêzgeha Nînowayê bû. Piştî bidawîbuna dema hilbijatina dengan ya ji bo 24 demjimêran Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartina encûmena parêzgeha Nînowayê ragihand raya giştî.  

Li gorî encamên daxuyaniya komîsyonê, Lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê di hilbijartinê de 45.939 deng bidestxistin. Li gor van encaman kêmanî 2 kursî li encûmena parêzgeha Nînowayê hatiye bi destxistin.

‘Serkeftin ne tenê ya Êzidiyan e’

Piştî eşkerebûna serkeftina namzetê Rêveberiya xweserya Şengalê Kasim Keşko li seramnerê Şengalê gel bi konvoyan gun bi gund navçe bi navçe geriyan û serkeftina xwe pîroz kirin. Konvoya herî mezin jî li gundê Xanesorê hate çêkirin li du gera nava kolanan gel berê xwe da baxçeyê Xanesorê û li wir şahî û dîlan kirin.

Gel Pergala jinên Şengalê yên ku di hilbijatinên îsalde roleke mezin listibun jî dan diyar kirin ev serkeftin ne tenê ya Êzidiyan ya hemû pêkhateyan e û gotin ev serkeftin bersiv e ji hemu êrişan re.

‘Riya me dirêj e serkeftinên mezin li pêşiya me ne’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Dayê Edul Elî keyfxweşiya xwe bi van hevokan ji ajansa me re vegot: “Destê herkesê çone ser sindoqa sax be, ev 9 sale em li Şengalê şehîdan didin, em ked û xwêdanê didin encamên wê jî em dibînin, hê rêya me dirêj e serkeftinên mezin li pêşiya me ye. Berî hertiştî ev berhema fikra Rêber Apo ye ev berhema kehîdên me ye. ivê em ji vir şunde jî xwedî lê derbikevin. Li hemû Êzidxan û pêkhateyên li ser vê axê jiyan dikin pîroz be.”

Pregala Rêveberiya Xweser bi ser ket’

Endama TAJÊ’ê Nazê Sehdo jî da diyar kirin ku ev serkefftin berhema vîna gel e û got, “Ji herema ereban jî gel pir deng dan namzetê PADÊ’ê Kasim Keşko em destxweşiya tevan dikin. Bi hilbijatinda vî namzetî her kes pergala Rêveberiya Xwerser hildibijêre çavê me tevan ronî, ev serkeftin em li malbatên şehîdan li herkesê dilê wî ji gel û baweriya wî re lêdide yê dilê wî ji Rêber Apo û şehîdên wî re lê dide em lê pîroz dikin.”