Hunermend Pinar Aydinlar beraat kir

Hunermend Pinar Aydinlar ji doza ku ji ber berhemên digot dihat darazandin piştî 13 salan beraat kir. Pinar Aydinlar got: “Li vî welatî erkê bingehîn ê têkoşîna ji bo gelê bindest û nasnamêyê erkê şoreşa hunerê ye.”

Navenda Nûçeyan – Hunermend Pinar Aydinlar di sala 2010’an de li Dersimê di festîfala 10’emîn a çanda Munzur û Xwezayê de li ser dikê berhema bi navê ‘Kizildere Agiti’, ‘İbrahim’e Ağız’ got û bi axaftina ku Îbrahîm Kaypakkay bibîranî carek din çû pêşberî dadger. 

Pinar Aydinlar li 2’emîn dadgeha Cezayê Giran a Tuncelî bi sûcê ‘propaxandeya rêxistinê’ tê darazandin, bi rêya SEGBÎS ji 17’emîn  dadgeha Cezayê Giran a Bekirkoy a Stenbulê bejdarî danaşînê bû. Dadgehê derbarê Pinar Aydinlar de piştî 13 salan biryara beraatê da.

‘Şoreş erkê bingehên ê hunerêye’

Pinar Aydinlar derbarê biryara beraatê de ji PIRHA’yê re axivî û got: “Weke ku me di dadgeh de jî gotî divê berhemên ‘Oy Kizildere’ û ‘İbrahim’e Ağıt’ di çarçoveya huryeta fikir de were nirxandin. Ji ber li vî welatî têkoşîna gelê bindest û nasname erkê bingehîn ê şoreşa hunerê ye. Dema li ser dikê em stranên xwe di hilbijêrin em nirx û hesasyeta gel li ber çavan digrin û repertuara xwe amade dikin.”