Jinên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo 'Roja Sema' amade dikin
Li Başûrê Kurdistanê amadekariyên "Roja Sema ya Cîhanê" tê kirin. Semazan Solîn Dilpak diyar kir ku di komê de 13 jin hene û got, "Em dikarin bi rêya Semayê bi zimanê bedenê peyamên xwe bidin."
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Sema an jî Sama peyveke tesewufî ye, tê wateya ku sofî di dema guhdarîkirina awazên mûzîkê de deng û wateya xwe dibihîze, di nav ecstazê de tevdigere û vediguhere ekstazê. Di erebî de ji peyva semi tê wateya "bihîstin" û bi mecazî tê maneya "stran, awaz, muzîk, dans". Her miletek bi şêwaz, cil û berg, muzîk û performansa xwe ya semayê heye. Di sala 1982’an de Komîteya Navdewletî ya Sema û Kongreya Şanoya Navneteweyî roja 29’ê Nîsanê weke Roja Sema ya Cîhanê îlan kirin. Amadekariyên çalakiyên ji bo “Roja Sema” li Başûrê Kurdistanê tên lidarxistin, tên kirin.
Solîn Dilpak a 17 sal e di koma hunere ya milli ya govendê de cih digre diyar kir ku li her welatekê govend û dans xwedî çandek taybet ya xwe ye û wiha got: “Govend ji zimanê bedenê, tevger û muzikê pêk tê. Aksesuar û cil û berg û di heman demê de di berhemên me de hunadin heye û bi rêya zimanê bedenê kar dikin. Koma semaya me ji 13 jinan pêk tê û yek ji mamosteyên me jî jin e. Em weke jin di semayê de xwedî hêzeke baş in. Ji ber hezkirinek taybet a me li hemberî karê me heye, li herêma Kurdistanê li her cihê semaya cuda heye û em jî bi musîq û cil û berg û şêwazên govendê dizanin ku ne ya tu herêman e.”
Dixwazin çand û folklora Kurdî biparêzin
Solîn Dilpak da zanîn ku di rêveberiya koma hunerî ya milî de ji sala 1997’an heta niha hewl dane çanda Kurdî ya neteweyî bidomînin û wiha got: “Em tenê wan cilan bi kar tînin ku çanda Kurdî û folklora ne ji wan diyar dibe. Hinek ji berhemên me em bi tevger nîşan didin. Ristina teşiyê ku jinan di demên berê de çawa pê kar kirine, dema ku di pêşangeh an jî karekî de bangê ji bo dîlanê dikin, destpêkê goftûgo li ser dikin û li gorî wê em xwe amade dikin, proveyan dikin. Her berhemek me wateya xwe ya taybet heye. Beşek ji civakê sema û govendê qebûl nakin, ev ji ber zordestiya aqilê mêrsalarî û nehişyariya civakê ye. Di wan çalakiyên ku em bangê ji wan dikin de beşek ji xelkê pêşwaziyek baş dike, beşek ji weke ku şerm be û tu feydeya wê ji civakê re tunebe dibînin. Ev jî di civaka Kurd de zêdetir reng dide, di civaka ji derve de gelek asayî ye ji ber ku her civakek hunerek xwe ya taybet heye.”
‘Divê em çanda xwe zindî bihêlin’
Solîn Dilpak wiha got: “Em hewl didin semaya xwe zêdetir di çarçoveya civaka xwe de bikin, wek govendê. Ya ku em encam didin semayek ku zimanê bedenê ye û hem jî folklorî ye. Sema ne bi wî awayî ye ku komek kes bi awayek nehişyarî li hunerê temaşe bikin, sema beşek ji hunerê ye. Ji bo zindîhiştina semayê di civaka Kurd de ku govend e, tişta yekem ew e ku divê em çanda xwe zindî bihêlin. Ez weke jinekê daxwaz ji malbatan dikim ku li pêşiya jinan nebin asteng da ku jin bigihîjin armanca xwe. Bi kêrhatî û peyamên xwe em dikarin bi riya sema bigihîjînin, ji ber hunera me zimanê bedenê ye.”