Nobeta Edaletê di roja 768’emîn de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 768’emîn de Nobeta Edaletê didomîne wiha got, “Heya ku edalet neyê aramî û aşîtî pêk nayê.”
Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin di roja 768'an de berdewam dike.
Malbat ji ber dawiya hefteyê adliye girtiye Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya Pirsusê didomîne û Ferît Şenyaşar jî ji ber xebatê hilbijartinê li qadan e.
‘Dijberiya edaletê zilm e’
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Dijberiya edalete ne bê edaletî ye, zilm e. Di serdema nû de hêviyên civakê yên yekem û yekser edalet e. Bê edalet, aştî û aramî nabe.”