Sebahat Tuncel: Divê niqaş bi dawî bibin û bikevin nava tevgerê

Sebahat Tuncel, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke krîtîk e û wiha got: “Bi taybetî em sosyalîstan divê bi zanebûna vê tevbigerîn. Divê niqaş bi dawî bibin û bikevin nava tevgerê.

Enqere- Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Jinan a Enqere-Sîncanê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê peyamek şand. Sebahat Tuncel a bal kişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinê,  destnîşan kir ku berpirsyariya dîrokî ya her kesî heye û balkişand li ser girîngiya yekîtiyê.

'Divê bi yekîti bin’

Sebahat Tuncel di peyama de xwe wiha got: “Ji hemû kesan re merhaba, helbet hemû hilbijartin girîng e, lê ev hilbijartin di warê siyaseta Tirkiyê de di girîngiya krîtik de ye û divê hemû kes bi zanebûna vê tevbigerin. Bi taybetî jî em sosyalîstan… Di vê pêvajoyê ne ez em, ne yek pir, ne cudaker yekgirtî bin.Li dijî feraseteke zayendperest, neteweperest û olî, rêxistinkirina feraseteke azadîxwaz û wekhevîxwaz berpirsyariyek dîrokî ya me hemûyan e. Ji hilbijartinan re wek 40 roj kurt mane, divê nîqaş bi dawî bibin û bikevin nava tevgerê. HDP’ê ya me ye, Partiya Çep a Kesk ya me ye, EMEP’ê ya me ye, TİP ya me ye! Jiyanê em ê avabikin… HDP, Partiya me ya Çep a Kesk, EMEP, TIPÊ me! Em ê jiyanê ava bikin... Careke din ji Tifaqa Ked û Azadiyê re daxwazên xwe yê serkeftinê diragihînim. Ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin! Jin Jiyan Azadî!”