4’ê Nîsanê li Mexmûrê bi coşek mezin hat pîrozkirin
15’emîn Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ya xwendevanên dibistanên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja fînalê de bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Mexmûr - Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve tê li dar xistin. Îsal jî 15’ emîn mêhrîcana çand û werzîşê ya bi vekirina pêşangeha hunerê destan û gelek çalakiyên dinê rengîniya xwe nişan dide dûh bi pêşbaziyên werzîşî dom kir. Îro bi şahiyek bi coş bi dawî bû.
Danê siharê xwendevanên dibistanên sereteyî, navîn û amadeyî bi awayek fermî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi alên xwe berê xwe dan qada Navenda Çand û Hunera Mexmûrê.
‘Em ê li derdora Rêbertiya xwe bibin yek’
Beriya ku Mêhrîcan destpê bike li ser giringiya rojê Hevberdevga qada perwerdê Bêrîvan Kaya axivî û di destpêka axaftina xwe de 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em wek Qada Perwerdê spasiya hemû kesên ku di vê mihrîcanê de ked dayîn dikin. Em vê mihrîcanê diyarî gerîlayên serê çiyan yên ku li beramber dagirkeriyê li berxwe didin, ji bo malbatên şehîdan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanan de li berxwedidin dikin. Em gelek keyfxweş in û dibêjin wê ti kesek nikaribe roja me tarî bike. Emê xwe li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad jiyan bikin. Em soz didin heta dawiyê emê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”
Piştî axaftina vekirinê, bernemeya şehiyê bi koro ya dibistana dayîkê destpê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn, xwedevanên dibistana Hêvî bi stiran û dîlana xwe reng da şahiyê. Piştî wan koma dengbêjan a dibistana Amadeyî stiranên xwe pêşkêşkirin.
Her wiha di rêzebernama mêhrîcanê de Koma dengbêjî ya dibistana Amedeyî û Navîn, derketin ser dike. Piştre pêşbirka dengbêjî ya di navbera dibistanê seretayî de, pêşbirkên dibistanê seretayî yên werzîşî wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast, pêşbirkên dibistanên seretayî ya zanistî, pêşbirka govendê ya dibistanên seretayî derkete ser dikê û her wiha Peymangeha şehîd Kerîm Kato Şanoya ku amakiribûn derketin ser dikê. Di dawiya pêşbirkan de hunermend Dilo Doxan bi stranên xwe gel coşand.
Di dawiya mêhrîcanê de encama pêşbaziyên çand û werzîşî hat xwendin.