Saziyên jinan bi rêxistinbûna li kolanan ji bo civaka sivîl dibin model

Li qahîreyê tevî gelek zehmetiyan, saziyên jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, gelek proje û bernameyan li dar dixin. Sazî, bi xebatên xwe yên rêxistinbûna li kolanan ji bo rêxistinên civaka sivîl dibin model.

ESMA FATIHÎ

Qahîre – Li Qahîreyê ji ber ku her roja diçe êrîş û qetliamên li dijî jinan zêdetir dibin, rexistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan li gorî vê bernameyan li dar dixin û li dijî bêndengiyê her dem bertekên xwe nîşan didin. Li dijî şîdet û tecîzê, saziyên jinan ligel komên terapiyê, kampanya û projeyên cur be cur li dar dixin, bi rêxistinbûna li kolanan jî ji bo rêxistinên civaka sivîl dibin model. Seroka Rêxistina Piştgiriya ji bo Pêşxistina Civakî û Azadiyê  (OBLSD) û Seroka Heyeta Mutewellî Vivian Magdy, têkildarî mijarê axivî.

 ‘Li dijî şîdet û tecîzê me komên terapiyê ava kir’

Vivian Magdy wiha axivî: “Li ser pirsgirêkên jinan xebat û bernameyên me yên diyarkirî hebûn. Bernameya me ya yekem li ser ‘İmbaba’, ‘Îzbat El-Nahl’ bû. Ji bo taxên li kenar ên bajar jî projeya me ya bi navê ‘Tenê tu’ hebû. Bi vê yekê me bi taybetî xwest em ji bo zarokên keçik ên di ji 25 salan biçûktir re bibin destek. Ev bername di navbera salên 2009-2010’an de hat lidarxistin. Ji bo em li wan guhdarî bikin û ji krîzên wan re çareseriyan bibînin, me komên terapiyê ava kir. Ji ber ku projeya me serkeftî bû em pir bi heyecan bûn. Me jî rewş û hestên jinan şopand. Dûre me dît ku jin ji ber şîdeta ku dîtine, nikarin bikevin pozîsyonan pêşengiyê. Dûre me dest bi bernameya bi navê ji bo ‘Beşdarkirina zarokên keç û ciwanan’ kir. Kom ji her sê mehê carekê piştî ku mezûn dibûn, behremendiyên xwe bi pêş dixistin û ji bo gihîştina asta pêşengiyê dihatin pêşxistin.”

‘Komek saziyên jinan bi bandor kar kirin’

Vîviyan Mejdî di berdevamiya axaftina xwe de bi berfirehî behsa saziyên ku ji bo mafên jinan  kar û xebatên dimeşînin dike û dibêje: “Komek saziyên jinan li ser mijarên jinan bi bandor kar dikin, bernameya Sened jî ji bo perwerdekirina kadroyên ciwan di civakê de bû. Piştî 10 salan ji kar ji bo bikaribin xwedî biryar bin û binpêkirinên ku rûbûrû dimînin eşkere bikin fikirandina me li ser rêbazên pêşxistina karînên jinan bû. Me hejmareke saziyên li ser mijarên jinan kar dikin komkirin ji bo kadroyên van saziyan perwerde bikin bi taybet yên li parêzgehên dûr ji nifişekî nû baştir xizmeta jinan bikin avabikin. Pişt re mijara me hişyariya siyasetên parastin û zagonên navdewletî bû, lewra pêdiviya me bi parêzeran hebû, lewra me ji bo piştgiriya zagonî û hişyarî derbarê zagonan û perwerdeyên pêwîst pêşkêş bikin komek parêzerên sandîkeya Hilwanê dîtin.”

‘Divê hemû aliyên rexistinî di nav hevkariyê de bin’

Vîviyan Mejdî da zanîn ku ji bo pêşxistin û berfirhkirina kar hevkarî bi sendîkayên parêzerên din re jî çêkirine û bi taybetî jî di tora Sened de gelek kesên girîngiyê didin mijarên jinan hene, ji bo bandortir bin planeke wan  taybet bi perwerdeyan heye û wiha pêde çû: “Beşa din ji plana me girêdayî dokumenter û lêkolînan in, em li warên nû girêdayî mijarên rewşa kesayetî li dadgehan digerin, ew jî bi riya saziyek lêkolînerî cuda bi hevkariya lêkolînerên me didome. Di bingehê de em kesên li ser vê dosyayê kar dikin bi hev re girê didin û ji bo pêşxistina kar li ser xalên hêz û lewaziyê lêkolîn dikin, ji ber ku pêşveçûn, mafên mirovan û karê femînîst hemû bi hev bandor dibin, divê hevkar bin.”

‘Civaka sîvîl yek e nayê perçekirin’

Vîviyan Mejdî hevkariya di navbera saziyan de jî nirxand û got: “Hevkariyek mezin di saziyan de heye bi taybetî di 5 salên dawî de ji ber zagona komeleya sala 2019’an, rewşa girtina fondekirinê bandor li ser wan kir. Bi derketina stratejiya niştimanî ya mafên mirovan û axaftina li ser civaka sivîl ya rast, hişt ku hemû sazî bixwazin bêhtir kar bikin ku pêşbirkî wê demê derket hole. Dema sazî nasbikin ku temamiyek nîn e ew hewcedarî hevkariyê ne, lewra pêşbirkî rewşeke demkî ye ji ber civaka sivîl yek hebûne nayê parçekirin.”

‘Zagonên heyî piştgirî nadin jinê’

Vîviyan Mejdî di berdevamiya axaftina xwe de pewîstî û zehmetiyên ku jinên heremê dikşînin bilêv kir û wiha rêz kir:”Pêdiviyên jinan nayên jimartin, kêmasiyek rastî heye pêwîste jin beyî biryara mêran dive li ser bedena xwe bi xwe bibe xwedî biryar, ya din jî pirskirêkeke herî girinîng nebûna rêzgirtina mafên jinan bi bedenên xwe ye ji ber ku mêr sînorê bedenê nasnake ji ber vê jin rastî erîşên zayendî tê û neçar dimînin bêdeng bimînin

Her wiha pêdiviya wan jinan bi ewlekariyê, rêzgirtina mafên wan di beden, tevgerandin û karê xwe de heye, pirsgirêk di nebûna piştgiriya civakî de ye û nebûna zagonên parastina jinan dey e ji ber ku hebûna zagonên parastina jinan dema binpêkirinan gelekî girîng e, lewra civaka sivîl banga derxistina yek zagoneke dijî tundûtujiyê kir.”

‘Di nav civakê de pêwîstiya her kesê bi perwerdeyê heye’

Vîviyan Mejdî wek çareserî jî wan tiştan tîne ziman: “Ji nû ve perwerdekirina her kesê rêveber an cîbicîkar pêwîst e ku bikaribe rewşên cudatir pêşwazî bike, bandora zanînê li ser biryardayînê zêde ye herî kêm têgehên li ser kar dikin bizanbin, bo mînak piştgiriya navendên ciwanan di warê girêdayî dosyaya femenîst bê kirin ji bo danûstandina wan bi sivîlan re û naskirina sînorên kesên dîtir, ev jî xala guhertinê ya destpêkê ye.”

‘Saziyên ku dixwazin bi bandor bin divê pêdiviyên civakê pêk bînin’

Vîviyan Mejdî di dawiya xaftina xwe de bal dikşîne ser pirskirêkên saziyên civaka sîvîl û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Mixabin ev mijar nêzî rastiyê ye, her ku saziyên civaka sivîl nêzî beşên civakê bibin jîndartir dibin. Dema jê dûr dikevin jî dimrin. Ev jî rewşa salên borî bû. Bo mînak gundên dûr tenê saziyên civaka sivîl ên cuda digihîjin, bernameya xurtkirina beşdariya ciwanan û bandora wê baş tê bîra min, ji ber ku me li ser pêdiviyên beşdaran kar kir, ji bo li gorî hemû kesan be bi rastî guhertin di hurguliyên bernameyê de çêbûn. Divê saziyên ku dixwazin bi bandor bin pêdiviyên civakê pêk bînin, serkeftina civaka sivîl li ser bingeha hebûna xwe di nava kolanan de ye. Saziyên jinan di dema dawî de ev kar kirin û saziyên din jî fam kirin ku danûstandina wan bi pêdiviyên civakê re girîng e ku bi rola xwe weke xeleka veguhestin û jêdera baweriyê rabin.”