Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir: 12 kes hatin binçavkirin
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşê dayikên ku dixwestin daxuyaniyê bidin kirin. 12 kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê di hefteya 942'yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a “îhlal” jî li Qada Galatasarayê ku dorpêça polîsan lê berdewam dike daxuyaniyê bidin.
Dema Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, destûr nehat dayîn ku daxuyanî bidin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û Mudurê Çapemeniya Îş’ê Faruk Eren ê girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî di nav de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin.
'Em qadê dikin cihê hevdîtinan'
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglu ku piştî mudaxeleya binçavkirinê hat Qada Galatasarayê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û bertek nîşanî bûyeran da. Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de ku destûr nayê dayîn bê xwendin, ev xal cih girtin:
“Em wek malbat û parêzvanên mafên mirovan ên kesên ku piştî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin careke din venegeriyan, li vir in. Em ên ku bi salan e li Qada Galatasarayê bi gotinên “Em girtiyên xwe dixwazin, em edalet dixwazin” diqîrin. Yên ku Galatasarayê bi hezkiriyên xwe yên bê gor û bê mekan hatine hiştin re kirine cihê hevdîtinê ne. Em ên ku bi bikaranîna mafên xwe yên destûrî ji bo “Heqîqet û edaletê dixwazin” israr dikin tên darizandin. Em ên ku tê xwestin bi binçavkirinên bêhiqûqî bên tirsandin in.
'Em xwedî li mafên xwe derdikevin’
Em di hefteya 942'an de dîsa ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin li vir in. Em xwedî mafên xwe yên kombûnê û daxuyaniya çapemeniyê li Galatasarayê ku Dadgeha Destûra Bingehîn teslîm kir û xwestiye rêzdarî bê dayîn derdikevin. Weke ku tê zanîn Dadgeha Destûra Bingehîn hincetên Qeymeqamiya Beyogluyê ji bo astengkirina hevdîtinên me yên bi biryara Masîde Ocak re rewa û îqnakar nedît. Destnîşan kir ku hebûna me ya li Galatasarayê pêdiviya demokrasiyê ye. Ji bo ku mudaxeleyî Civîna Dayik-Mirovên Şemiyê neke, erkek vekirî li Qeymeqamiya Beyogluyê ferz kir.
Qeymeqamtî neçar e bi bicihanîna vê peywirê dorpêça li ser Qada Galatasarayê rake. Ev erka destûrî ya qeymeqam e ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn di demê de bi cih bîne. Em di hefteya xwe ya 942’emîn de, careke din radigihînin: Em ê tu carî dev ji qîrîna xwe ya “Windahiyên me li ku ne?” bernedin."