Jinên Efganî: Em nikarin bêhnê bigrin
Li Efganistanê her sibeh dema ku jin ji mala xwe derdikevin rastî gefên Talîbanê tên. Gulbîxem Xefar jî yek ji wan jinan e dema ji mala xwe derdikeve ji bo ku pariyek nan peyda bike dizane dê rastî çi were.
BEHARAN HEHÎB
Kabul – Bêparkirina jinan ji xebat û xwendinê bandoreke xirab li wan dike îcar di nav de ger rewşa aborî ya giran jî hebe, ev yek girantir dibe. Hejmareke zêde ya jinan neçar mane ku li hemberî heqaret û gefên Talîbanê û civaka mêriksalar, kelûpelan li kêleka riyên Kabulê bifroşin.
Sê jinên firoşkar behsa xizanî û reftarên xirab ên Talîbanê kirin û diyar kirin ku her diçe zext zêdetir dibin.
Gulbîxem Xefar, dayika pênc zarokan e, ji bo pêşvebirina jiyana wan li kêleka riyên Kabulê misînên rêzîn difiroşe. Ji bo ku kes wê nas neke bereqê li xwe dike.
Rastî gef û heqaretên Talîbanê tê
Gulbîxem Xefar a destnîşan dike ku berê li wezaretek xebatkar buye wiha qala rewşa ku jiyaye dike: “Çaxa ku Taliban ket Kabulê êdî nikaribûm xwe bigihîjînim cihê karê xwe. Di mehên ewil ên desthilatdariya wan de ez û hinek hevalên xwe çûn nivîsgehê û me pirsî ka em çi bikin? Em di rewşeke aborî ya xirab de ne, ji aliyê Talîbanê ve heqaret û gef li me hatin xwarin û pêşniyara wan ji bo me ew bû ku em bi yek ji ‘mucahîdên’ wan re bizewicin. Piraniya jinan ku diçin nivîsgehên xwe ji wan re dibêjin mûçeyên me bidin, rastî vê pêşniyarê tên. Jin ji ber wê rewşê newêrin careke din biçin, ji ber ku ditirsin tiştek were serê wan.”
‘Ji min re dibêjin hûn çima nazewicin’
Gulbîxem Xefar der barê reftara Talîbanê de wiha dibêje: “Her roj sibehê dema ku ez ji bo peydakirina pariyek nan ji mala xwe derdikevim, dizanim ku ez ê rastî çi lêkdanan bêm. Her car ji min re dibêjin em çi dikin nifşa we ji Efxanistanê winda nabe, em nizanin hûn ê kengê winda bibin? Yan jî dibêjin: Hûn çima nazewicin? Lê tevî vê rewşê dîsa divê ez werim vir û bi karê xwe re mijûl bim."
Çûyîna wê ya dibistanê hat qedexekirin
Li kêleka Gulbîxem Xefar, Sara Necîb û xwişka wê bi hicaba reş û rûyên nixumandî ku destmalên kaxizkî difiroşin û bi lez û bez diçin ber maşîneyên ku li kêleka rê radiwestin da ku destmalek bifroşin.
Sara Necîb a berê mamoste bû û ji ber ku jin e çûyîna wê ya dibistanê hat qedexekirin wiha dibêje: "Ez li yek ji dibistanan mamoste bûm. Destûr nehat dayîn ku ez mamostehiya xwe bidomînim. Min hewl da dibistana xwe biguherînim lê min nikaribû. Niha jî ez û xwişka xwe li kêleka riyan destmalên kaxiz difiroşin."
‘Em nikarin bêhnê bigrin’
Nesîme Şems keçeke din e ku li ser heman riyê xurmeyan difiroşe. Ew bi du zarokên xwe re di xaniyekî kirê de dijî û hevjînê wê karmendê Artêşa Niştimanî ya (Artêşa) hikûmeta pêşîn bû ku piştî hatina Talîbanê neçar ma ji Efxanistanê derkeve û ber vî Îranê ve biçe. Niha haya Nesîme ji çarenûsa hevjînê wê tune ye.
Nesîme Şems a rewşa ku dijî bi gotina ‘Em nikarin behnê bigrin’ tîne ser ziman, wiha dibêje: “Em bi ragirtin lêdana qamçiyan, gef û heqaretên Talîbanê re rûbirû dimînin. Wisa dibe ku carna em nikarin bêhnê bigrin.”