Samiye Kargar: Yekane çareseriya jinbûna xizaniyê şoreş e

Samiye Kargar, diyar kir ku ji ber kapîtalîzma kûrewî di 40 salên dawî de li cîhanê guhertin tên jiyîn, diyar kir ku ev guhertin dibe sedema jinbûna xizaniyê û got ku yekane çareserî şoreş e.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Ji bo kedkarên ku kapîtalîzmê kedxwarî dike, li Îranê jiyan zêdetir dijwartir e. Daneyên wêneya xirab a li Îranê radixe holê. Li welat rewşa jinên kedkar jî di asta koletiyê de ye. Karkerên jin rastî gelek cudahiyan tên, aktîvîsta Kovara Collective û Essian û girtiya kevin a siyasî Samiye Kargar têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandinan kir.

Samiye Kargar a ku 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir, serhildana "Jin, jiyan, azadî" ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, wek yek ji tevgerên siyasî yên herî girîng a dîroka Îranê nirxand. Samiye Kargar wiha got: “Ev serhildana ku 8 meh in dest pê kiriye, bû serhildanek siyasî ya gelekî girîng a ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê. Wek siyasî li pişt vê tevgerê, têkoşîna karkeran û grevên karkeran hene. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ger di pêvajoya ku protesyonên neteweyî bû lûtke de, grevên karkeran û çalakiyên tevgera kedkaran hevdem bibûna, dikaribû roleke hîn girîng bilêyze û bandortir bibûya.”

'Aktîvîst ji çîna karkeran tên'

Samiye Kargar bi bîr xist ku ji ber vê serhildanê gelek kes hatin qetilkirin, birîndarkirin û girtin û wiha axivî: “Piraniya çalakvanên beşdarî vê serhildanê bûne, ji ber bingehê xwe ya civakî ji çînên kedkar bûn û hinek jî kesên perwerdeya akademîk dîtibûn. Lê di têkoşîn û grevên vê dawîyê yên tevgera karkeran de du xal divê bên girîngî dayîn; yek hemû karkerên Îranî bi rêk û pêk û bi îstîqrar kar nakin û ya din jî ew e ku çîneke pir mezin heye ku ji tebeqeyên cuda pêk tê û yên ku dest bi grevê dikin tenê beşeke biçûk ya vê yekê pêktînin.”

'Ji çavkaniya hevpar xwedî dibin’

Samiye Kargar têkiliya di navbera tevgerên cuda yên civakê de bi awayekî objektîf nirxand û wiha got: “Têkiliya di navbera tevgerên cuda yên civakê de girêdaneke objektîf e. Ango pêkhate û xwezaya Komara Îslamî û pêkhateya aborî û civakî ya xwedî ye, di bin kontrolê de ye û ji ber cewherê xwe cihê derketin hemû zordariyan e. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, hikûmeteke kapîtalîst a olî ye û bi awayekî kûr girêdayî vê pergala kapîtalîst a cîhanî ye. Li gorî vê yekê hemû pêkhate û pirsgirêkên ku di vê pergalê de derdikevin holê, di Komara Îslamî û pêkhateya wê ya kapîtalîst û olî de pekan e. Ev cihê objektîf e ku hemû tevgeran bi hev ve girêdide. Di vê wateyê ku hemû xwedî kokek hevpar in û kokê hemûyan jî çavkaniyek hevpar ku ji pêkhateya kapîtalîst û olî ya Komara Îslamî pêkten.”

‘Xizanî veguherînin jinbûnê’

Samiye Kargar a der barê jinbûna xizaniyê de jî axivî, wiha got: “Di nava çil salên dawî de ji ber kapîtalîzma kûrewî li cîhanê guhertin çêbûn. Jinbûna xizaniyê diyardeyek li seranserê cîhanê ye. Îran li derveyî vê çarçoveya kûrewî tevnagere. Ji ber vê yekê şert û mercên ku di asta kûrewî de derketin holê, li Îranê jî şekil girtin û piyasaya kar a li Îranê bû jin. Li Îranê jin nebûn beşek ji çîna karker a bi îstîqrar, piraniya wan di karên nefermî de dixebitin. Jinên ku îmkana karek fermî bidest dixin jî her tim bi mûçeyên kêm û di şert û mercên nebaş de dixebitin, di ciyê kar de rastî tacîzê tên. Di grevên karkeran de der barê hebûna jinan û jinan de tu amarên fermî tune ye. Karkerên ku niha di grevê de ne di nav karkerên herî bi îstîqrar de cih digrin, lê tê gotin ku dora 4 hezar karkerên bipeymana Parsa South ku di grevê de ne, dê ji kar werin derxistin û li şûna wan karkerên nû werin girtin.”

'Yekane heqîqet şoreş e’

Samiye Kargar, têkildarî qedexekirina jinan bi taybetî karên fermî ji bo jin karan axivî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku ji aliyekî ve bazara sermayê ketina jinan a bazara kar zehmet kiriye, ji aliyê din ve jî ketina jianan a hin karên diyar qedexe kiriye û ev rewş bû sedem ku hin kes ber bi fuhûşê ve herin. Ev hemû encama pergala heyî ye. Yekane çareseriya ku bi rastî dikare wan ji holê rake, şoreşa komunîst e ku ji hêzên hişmendiyê pêk tê. Li qadê xebat dimeşînin û ne tenê ji bo berjewendiyên çîna karkeran, di heman demê de ji bo berjewendiyên ku hemû civak ji van şert û mercan rizgar dikin jî dixebitin."