Li ser binpêkirinên mafê rojnamegeran sempozyumek hat lidarxistin

Li Başûrê Kurdistanê herçendî zagon heye, rojnameger û jinên rojnameger rastî tundîtûjî û binpêkirina mafan tên. Der barê binpêkirina mafê rojnemgeran de li bajarê Silêmanî sempozyomek hate li darxistin.

Silêmanî – Îro li hola pirtukxaneya Peymangeha Naşnal ji bo teknolojiyê ya bajarê Silêmanî, bi boneya roja cîhanî ya rojnemgeran sempozyumek li darxistin û li ser rewşa ragihandin û azadiya ragihandinê nîqaş hat meşandin.

Di sempozyumê de behsa azadiya fikrî ya rojnamegeran hate kirin û diyarkirin ku binpêkirinên mafên rojnamegeran heta nîha jî berdewam dike, karê rojnamegerî weke sûc tê dîtin û rojnameger ji ber karê xwe û fikrê xwe yê azad di girtîgehan de ye.

Ji sê rojnamegerên jin yek jê ji ber binpêkirina mafan dev ji kar berdide

Mamosta Rojan Sîvûr der barê tundîtûjiyên bi rêya online li berameberî rojnamegeran, bi teybet rojnemgerên jin de wiha got: “Piranî tundîtûjî bi rêya online li beramberî rojnameger û jinan tê kirin. rojane bi rêya medyaya dijîtal jinên rojnameger rastî êrîş û gefên civakê tên. Tenê ji ber ku jin in rastî nêrînên nexweş û gotinên nexweş tên. Hinek tundîtûjî bi rêya hackirin elektronîk beramberî jinan tê pêkanîn û hinek wêne û gotinên nexweş parve dikin, bi vî awayî kes di nava civakê de xira dike, ev jî dibe binpêkirina mafê jinan û dihêle kes ji karên civakî dûr bikeve.”

Mamosta Rojan Sîvûr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev sedem û tundîtûjî wisa dike ku jin ji karê ragihandinê dûr bikevin. Li gora lêkolînan ji sê jinên rojnameger yek jê ji ber binpêkirinên ku rû bi rû tê dawî li kar tîne û ji karê rojnamegerî ji ber nebûna azadiyê dûr dikeve, beşek din jî bi nexweşiya derûnî dikeve.”