Li Qamişloyê ji bo piştgiriya hilbijêrên jin mîtîng hat lidarxistin

Bi armanca piştgiriya hilbijêrên jin ên li Bakur Kurdistanê, Kongra Star a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzedên jin” mîtîng hat lidarxistin.

Qamişlo- Di 14’ê meha Gulanê de li Tirkiyeyê wê hilbijartin çêbibin û her kes bi baldarî rewşa hilbijartinan dişopîne bi van hilbijartinan dê di gelek waran de çarenûs biguhere. Di nav van hilbijartinan de hilbijêrên jin ên ku temsîla xeta jina azad dikin hene. Ji bo ku sîstemek demokratîk ji bo jin û azadiya wan bê rûniştandin pêwîst e piştgiriyeke xurt ji jinan re bê dayîn. Bi vê mebestê Kongra Star a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî, dengê xwe bidin namzedên jin” mîtîng li dar xist. Mîtîng li stadyûma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlbûna hemû sazî û rêxistinên jinan ên li herêmê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Kongra Star Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftin kir.

‘Ji bo civakek demokratîk em hemû piştgiriya jinên Bakurê Kurdistanê dikin’

Rîhan Loqo bi kelecaneke xurt beşdarbûna jinan ji hilbijartinên Tirkiyeyê re silav kir, piştgiriya xwe ya ji bo namzedan diyar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şoreşa ku bi pêşengiya jinan li cîhanê deng veda îro careke din bi pêşengiya jinan dîrokê dinivîsîne. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan, hezkirin û îradeya wan, jinên berxwedêr mohra xwe li dîrokê dixin û dê biçin hilbijartinan. Wê Bakurê Kurdistanê bi hilbijartinên demokrasî û wekheviyê bi pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku berî niha jî jinan berxwedaniyeke dîrokî dane meşandin, ji bo aramî, aştî û wekhevî û civaka demokratîk em hemû piştgiriya jinên Bakurê Kurdistanê dikin. Bi fikir û felsefeya azad wê careke din hilbijartinên dîrokî bi pêşengiya jinan bi ser bikeve.”

Em ê bibin dengê jinên azad’

Rîhan Loqo bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê 14’ê Gulanê hilbijartin dest pê dikin. Ev hilbijartin bi taybetî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girîng in ji bo giştî Kurdistanê û Rojhilata Navîn her wiha ji bo gelê ku bi salan e têkoşînê didin meşandin girîng in ji ber wê pêşeroja gelek mijaran diyar bibe. Dewleta tirk a dagirker bi hemû rêbazên xwe yên şer êrîşî destkeftiyên şoreşa jin û îradeya jinên zana kir ji ber ew ji deng û pêşengiya jinan di tirs e. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî êrîşî îradeya azad ya ku civakê bireve dibe kir. Dewleta tirk wê hemû hewldanên xwe bike ku jin bi ser nekevin ji bo wê em ê jin bibin dengê jinên azad. Werin em bi hev re piştgiriyê bidin namzeda jinan û têkoşîna wê ya azadiyê bi armanc bikin.”

Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.