SAMER: Polîtikayên qayûmê bandorek neyînî li ser têkoşîna li dijî tundiyê kir

SAMER der barê ‘Rolê jinên li saziyên Amedê di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan’ de lêkolînên li qadê de bal kişand ser bandora neyînî ya polîtîkayên qayûm ku di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan de dimeşîne.

Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolîan Sha ya Sosoyo Polîtik (Samer) derbarê ‘Rolê jinên li saziyên Amedê di têkoşîan li dijî tundîtûjiya beramberî jinê’ rapora lêkolînên li sahê weşand. Di raporê de bal hat kişandin ku tundiya li hemberî jinan veguheriye qirkirina zayendî û hat diyarkirin ku di meha Îlonê de li gel saziyên xweser û giştî li ser tundiya li hemberî jinan dixebitin bi 10 rêxistinên sivîl re rû bi rû hevdîtin pêk anîne.

Di raporê de destnîşan kirin ku der barê mijara lêkolînê de li Amedê gelek saziyên xweser û giştî li ser tundiyê dixebitin bi 10 rêxistinên sivîl re asta xebatê, riya ku dişopînin rê û rêbazên di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan de hewl didin pirsgirêk û çareseriyan tesbît bikin û wiha hat gotin: “Di vê çarçoveyê de li gel Komeleya jinan a Rosa, Komeleya piştevaniya rewşa jinan (DAKAHDER), Komeleya ji bo azadiyê lêkolînên çandî (BAKAD), Komeleya Pisporî ya Xizmetên civakî, SHUDER, Meclisa Jinan a Sendikaya Xizmeta kedkar a civakî û tendirustiyê (SES), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê, Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo azadiyê (OHD), Meclisa jinan a Egîtîm Senê  û Odeya Tebîban a Amedê hevdîtin pêk anîn.” 

Ji 10 saziyan tenê 2 rasterast serlêdanan digrin

Her wiha hat diyarkirin ku ji saziyên bi wan re hevdîtin hatiye pêkanîn tenê 2 ji wan serlêdanan digrin û saziyên din di pozîsyona rêvebirinê de ne û wiha hat gotin: “Saziyên ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan xebatê didin meşandin, beşek wan girîng ji derveyî ku behsa pirsgirêkê bikin awayên tundiyê tarîf dikin.”

Di têkoşîna bi tundiya derûnî re xebateke bi bandor nîn e

Di raporê de bal hat kişandin ser xebatên ku di meha Tebaxê de hatine meşandin û hatiye diyarkirin ku saziyên hene di têkoşîna asta tundiya fizîkî û zayendî de ne bi bandor bûne di dema hevdîtinan de daneyek ku derketî holê heye. 

Ji ber qayûman çareserî zehmet dibe

Di raporê de wiha hate gotin: “Li gorî nûnerên saziyan ên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin, piştî sala 2016’an qayûmên ku girtine navendên jinan û malên stargeh ên jinan û ne di wê astê de ne ku pêwîstiyên jinan bi cih bînin ev jî çareseriyê zehmet dike. Li gorî lêkolînan meha Tebaxê ji sedî 76’ê jinan li Amedê jinên ku xebat didin meşandin û ji saziyên ku ji bo mafan kar dikin bê xeber in. Li gorî saziyên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin; ev dane encama kêmaniya di qada rêxistinkirina jinan de ye. Bi van ve jî girêdayî polîtîkayên qeyûm êm li herêmên ku qeyûm lê hatine tayînkirin destpêkê saziyên jinan digrin û jinan ber bi qadên bê alternatîf ve dehf didin. Jinên ku ji saziyên civakê bawer nakin, ji ber alternatîfek din ê ku biçinê nîn e li gel kiryarên ku tundiyê dikin neçar dimînin bijîn.” 

Mekanîzmayên li dijî tundiyê kêm in

Di raporê de hat bibîrxistin ku di xebatên di meha Tebaxê de bêyî cudahiya aborî-civakî û demografîk, ji sedî 94,2 jinên ku li Amedê dijîn, di mijara tundiya li hemberî jinan de polîtîkayên dewletê kêm  dinirxînin. Nûnerên Saziyên mafên jinan îstatîstîka ku derket holê bi awayekî paralel bi bêbaweriya li hemberî dewletê, bi taybetî di aliyê jinên Kurd de pêvajoyek dîrokî ye û wiha hat gotin: “Jinên ku li Tirkiyeyê dijîn diyar kirin ku 22 sal in di bin atmosfera homojen û muhafazakaran de ne. Saziyên mafên jinan diyar kirin ku li dijî hemû tiştên neyînî bi piştevaniyê têdikoşin di mijara tundiya li hemberî jinan de ‘Tevna têkoşîna li dijî tundiyê ya Amedê’ wê di nava xebatên ku werin meşandin de cih bigre.”

Herî zêde serlêdanên tundiya fizîkî digrin

Di raporê de hat destnîşankirin ku sazî herî zêde serlêdanên tundiya fizîkî digrin û wiha hat gotin: “Li ser pirsa hûn ji derveyî Amedê li bajarên din jî serlêdanan digrin? Wiha bersiv hatiye dayîn; BAKAD, ÎHD û Komeleya jinan a Rosa, li bajarên nêz ên Şîrnex, Êlih û Merdînê serlêdanan digrin, bi mekanîzmayên li wan bajaran re tevger dikin û li gel wan bi hev re dixebitin.”

Pirsgirêk tenê bi wezareta jinan re nayê çareserkirin

Di raporê de li ser pirsa ma ‘Wezareta jinan çareserî ye?’ de wiha hat gotin: “Di dema desthilatdariya niha de, bi wezareta jinan ku ji wekheviya zayendî ya civakê dûr e wê çareseriyek mayînde neyê avakirin.”