‘Ji bo zarok û malbatan divê bernameyên piştevaniyê bên lidarxistin’

Şêwirmenda cîvakî Hairiya Farac Al-Fercanî diyar kir ku divê ji bo zarok û malbatên ji karesata lehiyê bi bandor bûne piştgiriya derûnî û bernameyên rehberiyê bên lidarxistin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Libya – Bahoza Daniel a ku li rojhilatê Lîbyayê bi bandor bû di 10’ê Îlonê de li Bingazî, Beyda, Merc, Suse û Derneyê bû sedema lehiyê. Li gor daneyên fermî 333 kesan jiyana xwe ji dest dane 43 hezar kesên ji cihên xwe bûn herî kêm 17 hezar ji wan zarok in.

‘Divê di demeke zûtir de alîkarî ji zarokan re were dayîn’

Şewirmenda cîvakî Hairiya Farac Al-Fercanî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku şer û pevçûnên li Libyayê rûdane bandora derûnî û civakî ya ku li ser zarokan kir bi karesata lehiyê re bû du qat. Hairiya Farac Al-Fercani diyar kir ku karesatên xwezayî jî li ser mirovan bandora derûnî, civakî, fizîkî û aborî dikin û wiha pêde çû: “Yên ku zêdetir bi bandor dibin jin û zarok in. Li Libyayê kom û aliyên ku herî zêde ji şer, pevçûn û ji karesetên xwezayî bi bandor dibin zarok in. Ji ber vê jî divê alîkarî bê dayîn.”

‘Hesta windakirinê dibe sedema neqebûlkirina jiyanê

Hairiya Farac El-Fercanî teqez dike ku zarokên dê, bav xwişk û birayên xwe winda dikin, dibe ku dev ji jiyanê berdin û jiyanê red bikin û wiha berdevam kir: “Di bahoza Danielê de li bajarê Derneyê zarokek keç a 10 salî ku dayika xwe winda kiriye ez wê tedavi dikim lê jiyanê red dike. Nizane hê çi qewimiye lê hesta windakirinê bûye sedem ku daxwaza jiyanê nemîne.”

‘Divê bernameyên piştgiriya derûnî bên lidarxistin’

Hairiya Farac Al-Fercanî bi bîr xist ku li Libyayê malbat winda bûne û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Piştî karesata Daniel divê der barê medya, rêxistinên sivîl, zarok û mezinan de bernameyên piştgirî û rêberiyê yên psîkolojîk bên lidarxistin. Divê jêhatîbûn û pêwîstiya zarokan bê zanîn. Piştî travmayê nêzîkatiya civakê ji bo rehabîlîtasyona derûnî ya zarok û mezinan girîng e.”

'Karesat bandoreke neyînî li pêşketina zarokan dike'

Fewziya El-Hadî Salem ku li beşa Perwerdeyê ya Zanîngeha Bîngazî hîndekara beşa Derûnî ya Zanistên Perwerdeyê ye û seroka Yekîneya Jiyan û Piştgiriya Derûnî ya Navenda Hêvî ya Astengdaran e, teqez kir ku yên herî zêde ji kareseta xwezayî û ji pêvajoya şer bi bandor bûne zarok in. Fewziya El-Hadî Selîm diyar kir ku zirarên di encama karesatan de digihîjin zarokan di warê derûnî, civakî û aborî de wan bi bandor dikin û diyar kir ku ev rewş wan gelekî mexdûr dike û bandoreke neyînî li pêşketina wan a bedenî û derûnî dike. Fewziya El-Hadî Selîm got ku ew di wê baweriyê de ye ku yek ji riyên herî girîng ji bo vegerandina hevsengiya derûnî ya zarokên ku rastî karesatên xwezayî yan jî kiryarên ji aliyê mirovan ve hatine, pêvajoya perwerde û hînkirinê ye. Divê çalakî û bernameyên derûnî bên bicihanîn da ku alîkariya zarokan bikin û wan ji bo derbaskirina qeyranên berê amade bikin.

'Divê ji bo malbatan riyên çareseriyê werin nîşandan'

Fewziya El-Hadî Salem got ku yek ji girîngtirîn rêgezên dermankirina stresa piştî travmayê qebûlkirina rewşa ku hatiye serê zarokan e û gotinên xwe wiha domand:

"Axaftina bi zarokan re di malbatê de yan li dibistanê ji wan re dibe alîkar ku bi serpêhatiya bi êş re rû bi rû bimînin. Piştî travmayê, dibe ku zarok xwebaweriya xwe winda bikin. Yek ji girîngtirîn rêgezên ku di dermankirina zarokan de di heyama piştî travmayê de tê bikaranîn ew e ku wan teşwîq bike da ku tevli lîstik û werzîşên ku dikarin bikin bibin û bi wan re di danişînên komê de bi armanca aramkirina derûnî û hestiyarî bixebitin. Her wiha girîng e ku rehberiyek derûnî û civakî ji malbatan re were peydakirin da ku alîkariya wan bikin, awayên rûbirûbûna bi zarokên xwe re fêr bibin û zarokan ji bûyerên travmatîk an jî ji cihên bi qeyran ku piştî travmayê çêdibin dûr bixin."