Li Serêkaniyê ya dagirkirî jinek hat qetilkirin

Li Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hat dagirkirin zext û êrişên li ser jinan zêdetir dibin. Li gundê Ezîziyê ya Serêkaniye Zeyneb Xelef El-Hemadî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

Hesekê – Li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine dagirkirin êriş, îşkence, revandin û qetilkirinên li dijî gel tê kirin, di nav malê de ji bo tundiya mêr jî dibe bingeh. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di nav 20 rojan de zêdetirî 3 jin li Serêkaniyê a dagirkirî hatine qetilkirin.

Li gorî agahiyên ajansa me ji çavkaniyên ewlehiyê bidestxistiye li gundê Ezîziyê ya Serêkaniye Zeyneb Xelef El-Hemadî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku Zeyneb Xelef El-Hamadî dayika du zarokan e, hevserê wê 5 sal zêdetir li girtîgehên Tirkiyê girtî ye.