‘Ruxmê êrişan xebatên me yên jin didomin’

Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd bandora êrîşên dewleta Tirk li ser xebatên Kongra Star û Mala Jin nirxand, anî ziman ku armanca êrişan têkbirina şoreşa jinan e ew ê jî bi ruhê serkeftinê li ber xwe bidin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Madlên El-Ibêd a êrişên li ser heremê nirxand destnîşan kir ku tê xwestin bi van êrişan re serkeftina jinan a şoreşa jinê bê tunekirin. Madlên El-Ibêd anî ziman ku li dijî êrişên topyekun ew ê bi ruhê serkeftinê li berxwe bidin.

‘4 sal in êriş ranewestiyane'

Madlên El-Ibêd got ku herêm di dema dawiyê de bi gelek êrîşên hewayî re rûbirû maye û wiha domand: "Ji ber ku navçe û gundewarên me li ser xeta agir in, em ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve bi êrîş û topbaranên dewleta Tirk re rûbirû ne. Lê bi van êrîşan, ji cihên leşkerî zêdetir êdî sivîl û binesaziya herêmê û çavkaniyên jiyanê hedef digrin. Ji lewra êrîşên wiha bandorê li xebatên me dike, ji ber ku em rêxistineke jinan a civakî ne divê her dem di nava civakê de zanistê belav bikin û werin perwerdekirin.

Di dema dawiyê de em bi perwerdekirina jinan re mijûl nebûn, ji ber pêwîstiyek bû ku êdî me dest bi zanakirina giştî civakê ji jin, zarok, mêr, ciwan û kesên temenê wan mezin jî kiribû. Şoreşa Jinan barê herî mezin ê Kongra Star digre ser milên xwe, em jî îro hewl didin bigihîjin jinên zana û têgihîştî, civakeke demokratîk û guhertina hişmendiya civakê armanca me ye. Lê belê di êrîşên herî dawî de weke rêxistin êdî em nikarin kombûyînên mezin di nava civakê de çêbikin û jinan kom bikin, perwerde bikin."

'Hewl didin şoreşa jinan tune bikin'

Madlên El-Ibêd da zanîn ku di êrîşên dewleta Tirk de rasterast destkeftiyên jinan hatine hedefgirtinû wiha domand: "Dema êrîşên dewleta Tirk zêde bûn, rasetrast bandorê li jinan kir û di asta yekem di nav civakê de tundiya li ser jinan bi pêş ket. Her wiha hinek jin gihîştin asta qetilkirinê, rêjeya zewaca zarokan û pirzewacî jî zêde bû. Rêjeya tundiya li ser jinan bi êrîşan pir bilind bû. Hişmendiya baviksalarî û mêrên serdest ev rewşa ewlehiyê û êrîşan ji xwe re fersend û nefesek dît ku careke din desthilatdariya xwe vegerîne. Dewleta Tirk hewl da bi êrîşên xwe yên hewayî ku bandorê li ser hemû warên jiyanê û xebatê dike, Şoreşa Jinan felc bike, ji ber ku di salên dawiyê de şoreşa me veguherî şoreşeke enternasyonalîst. Ji ber şoreşa me civakê radike ser piyan û ji xewa hezaran sal şiyar dike, rastî êrîşên herî hov û yên qirkirinê tê."

'Êrîş dê pêşî li xebatên me yên ji bo avakirina civakê negirin'

Madlên El-Ibêd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên cuda û wiha got: "Dewleta Tirk gelek cureyên êrîşan pêk tîne, armanca wî pûçkirina tevgera jiyanê ye. Dixwaze rê li ber koçberiyê veke û ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Her wiha qutkirina avê jî bandoreke pir mezin li ser jinan û civakê dike, ji ber av jiyan e û dixwazin vê jiyanê zuha bikin. Karkerên jin ên di nava zeviyan de jî ji topên dewleta Tirk nefilitîn. Di vir de dagirker dixwazin ku hişê me tenê bi şer ve girê bidin û em avakirina civakê ji bîr bikin, mekanîzmayên çareseriyê ji pirsgirêkên ku derdikevin re peyda nekin. Lê wê negihêjin armancên xwe, şoreşa me wê bidome û em ê herêmên xwe rizgar bikin."

Serdana malan û dîtina jinan

Madlên El-Ibêd ji bo domandina xebatê jî wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji kombûyînên mezin û semîneran zêdetir ev demek e me dest bi serdana malan kiriye. Mal bi mal û ferd bi ferd vê carê her kes tê perwerdekirin. Vê carê ne wekî her carê ye, di vir de dema ku em derbasî malekê dibin em bêtir nêzî jinan û malbatê giştî dibin û wiha mijarên li ser xeteriyên jin pê re rû bi rû dimînin re nîqaş dikin li riyên çareseriyê digerin. Ji aliyekî din ve jî hemû ferdên vê civakê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi bertek û helwest in. Gelê me gelekî wisa ye ku ruxmî êrîşên dijwar jî axa xwe terk nekiriye û wê neke jî. Ev jî encama serdana jinan û anlîzkirina malbatê ye."

'Şoreşa Jin şoreşeke  xwedî kokeke dîrokî ye'

Madlên El-Ibêd bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Jin şoreşeke xwedî kokeke dîrokî ye û êrîşên qirkirinê ku çêdibin wê nikarin wê hilkişîne. Ji ber Şoreşa Jin ne jinek û deh jin in, fikrekî wiha berfireh e ku bi hezaran jin li dora wê kombûne û li şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan pêşxistiye, xwe pêçandine.”