Li Afganîstanê di mehekê de 7 jin û 4 zarokên keç hatin qetilkirin

Li Afganîstana di bin desthilatdariya Talîbanê de jî mafê jiyanê ji destê jinan tê girtin. Di mehekê de 7 jin û 4 zarokên keç hatin qetilkirin, mirina bi guman a 7 jinan jî weke 'întîxar' hat qeydkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Zêdetirî 2 sal di ser desthilatdariya Talîbanê ya li Afganîstanê re derbas bû. Talîbana ku weke 20 sal berê di bin desthilatdariya xwe de vegeriya ser kiryarên xwe yên desteserkirina mafên herî bingehîn ên jinan, dixwaze mafên herî bingehîn ên jinan ên weke derbirîna azad, perwerde, xebat, ewlehî û mafê mirovî yek bi yek ji dest jinan bigre.

Li welatê ku hejmara jinên ku mafê jiyanê ji wan tê standin zêde dibe, mirinên bi guman ên jinan bêyî lêpirsîn weke 'întîxar' tên nîşandan. Daneyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, têkildarî qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên di meha dawî de wiha ne:

24’ê Îlonê: Li navçeya Çemtal a Belxê 7 endamên malbata Ebdul Huseyîn ku di nav wan de jinek û 3 zarokên keç hebûn, ji aliyê Talîbanan ve di malên xwe de hatin qetilkirin.

26’ê Îlonê: Li navçeya Kohistanat Serpolê keçeke 19 salî bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî xwekuştin derbasî qeydan bû.

1’ê Cotmehê: Fatima ya Efganî ya dayika çar zarokên keçan, bi zarokên xwe re li Quetta, Pakistan mirî hate dîtin. Wekî xwekuştin hate qeydkirin.

6’ê Cotmehê: Rehaneya 18 salî ku li navçeya Xançeharbax a Faryabê rastî tundiya malbatê hatibû, di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Ew wekî xwekuştin derbasî qeydan bû.

10’ê Cotmehê: Li navçeya Garziwan a Faryabê jineke ciwan ku rastî şîdeta malbatê hatibû, bi guman jiyana xwe ji dest da. Ew wekî xwekuştin hate tomar kirin.

11’ê Cotmehê: Li parêzgeha Kapisa mêrekî 2 jin qetil kir.

13’ê Cotmehê: Mêrê bi navê Abdul Sattar li bajarê Talegan ê navenda Texarê jina ku pê re bû, diya xwe û du xwişk û birayên xwe qetil kir û jin jî di nav de 4 kes birîndar kirin.

15’ê Cotmehê: Hetgolê 21 salî li navçeya Qeyser Feryabê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Ew wekî xwekuştin hate tomar kirin.

16’ê Cotmehê: Li navçeya Çehalgaziya Faryabê zarokek keç ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin û dayika keçikê birîndar bû.

17’ê Cotmehê: Li navçeya Bedgîs a Kadê zilamekî du jinên ku bi wan re zewicî bû qetil kir.

18’ê Cotmehê: Amîna ya 18 salî li navçeya Garziwan Feryabê bi guman jiyana xwe ji dest da. Ew wekî xwekuştin hate tomar kirin.

20’ê Cotmehê: Kamela 25 salî li navçeya Paştunkot Faryabê bi guman jiyana xwe ji dest da. Ew wekî xwekuştin hate tomar kirin.