RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî kêm di 25 salên dawî de
Li gorî rapora sala 2026'an a Rojnamevanên Sînornenas azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê daketiye asta herî kêm. Sûriye li gorî Tirkiyeyê li pêştir e.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2026'an weşand. Li gorî raporê azadiya çapemeniyê ya navneteweyî daketiye asta herî kêm a 25 salên dawî û zêdeyî nîvê welatan di kategoriya "zehmet" an jî "gelekî cidî" de cih girtin.
RSF'ê destnîşan kir uk îsal bi taybetî di çarçoveya qanûnî de paşketineke cidî heye. Li gorî saziyê, ji sala 2001'ê û vir ve qanûnên bi hinceta polîtîkayên ewlekariya neteweyî hatin derxistin di asteke girîng de azadiya çapemeniyê ji holê rakirine.
Sûriye
Di lîsteyê de yek ji pêşketinên balkêş bilindbûna Sûriyeyê ya di rêzê de bû. Sûriye di vî warî de pir li paş ma ket rêza 141’an û ji Tirkiyeyê derbas kir.
Tirkiye di rêza 163'emîn de ye
Tirkiye di rêza li paş de cihê xwe yê rêza 163'emîn berdewam kir. Di rapora RSF'ê de hat ragihandin ku zexta li Tirkiyeyê ya li ser rojnamevanan ne tenê bi qanûnên terorê tê kirin her wiha sûcdariyên weke 'dezenformasyon', 'heqareta li serokkomar' û 'biçûkxistina saziyên dewletê' ji bo tepisandina rojnamevanan tên bikaranîn. Di raporê de hat gotin ku bi van sûcdariyan rojnamevan hatine girtin.
Ewropaya bakur di asta herî bilind de ye
Di endeksê de Norwêc 10 caran li ser hev cihê xwe di rêza yekemîn de girt. Erître di sê salên dawî de di rêza dawî ya lîsteyê de ye. Her wiha heft welatên Bakurê Ewropayê cihê xwe di kategoriya 'baş' de berdewam kirin. Fransa jî di rêza 25'emîn de di kategoriya 'baş e' cih digre.
Li DYE û Emerîkaya Latîn paşketin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi 7 pûanan kêm kir û daket rêza 64'emîn. Li Emerîkaya Latîn jî hat gotin ku bi taybetî li welatên Ekvador û Perûyê tundî û zext zêde bûne.
Li Sahelê paşketin
Paşketina herî mezin a sala 2026'an li Nîjerê çêbû. Welat bi 37 pûanan daket û cihê xwe di rêza 120'emîn de girt. RSF'ê pêwendiya vê rewşê bi şerê çekdarî û rêveberiya leşkerî ya li herêma Sahelê re danî. Malî û Bûrkîna Faso jî bi heman rengî li paş ketin.
Welatên ku di rêzên dawî de ne
Di rêzên dawî yên lîsteyê de Erebistana Siûdî, Rûsya, Îran û Çîn hene. Erître di rêza herî dawî ya 180'emîn de ye.