Li Iraqê 7 hezar bûyerên tundiyê hatine tomar kirin

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Malbat û Zarokan a li Wezareta Karên Hindir a Iraqê di derbarê amarên tûndiya nava malbatê de daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – Di Rojhilata Navîn de şerekê pir dijwar tê jiyîn. Ev şerê dijwar jî li hember jin tê meşandin. Ev şer ji her hêlan ve jinê qir dike, tune dike, di kuje bê hebûn û bê nasname dike. Pergala baviksalarî li hember jinê şerekê bêeman daye destpêkirin. Ev şer tevahî qadên jiyanê li jinê kiriye qadê tundî, kuştin û qirkirinê. Yek ji van welatên ku herê zêde jin bi tundî, kuştin, qirkirinê re rû bi rû dimîne jî Iraqe. Rapor û daneyên derheqê vê şerê tê jiyîn de vê rastiyê bi awayekê eşkere radixe berçavan.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Malbat û Zarokan a li Wezareta Karên Hindir a Iraqê eşkere kir ku di sê mehên despêkê yên îsal de 7 hezar bûyerên tûndiya nava malbatê hatine tomarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava sê mehên despêkê yên îsal de 7 hezar bûyerên tûndûtijiya nava malbatê hatine tomarkirin. Bexda di rêza yekem ya bûyerên tûndiyê de cih digire.