Rojnamevanên jin li Sûdanê di pêkanîna erkên xwe de zehmetiyan dikişînin

Rojnamevanên jin ên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê diqewimin ji cih û warên xwe bûn, diyar kirin ku tevî hemû hewldanên xwe yên têkildarî binpêkirinên li dijî sivîlan nikarin erka xwe pêk bînin.

MAYSA AL-QADİ

Sûdan - Ji ber şer û pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve li Xartûmê ya paytexta Sûdanê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Alîkariya Bilez (HDK) de dest pê kir, nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Di dema bûyeran de, nêzîkî 4,6 mîlyon mirov li hundur û derveyî welêt ji cihê xwe bûn. Bandora wêranker a pevçûnan berdewam dike. Rojnamevanên jin ên Sûdanê jî diyar kirin ku ji ber pevçûnan neçar mane koç bikin û der barê binpêkirinên li dijî sivîlan de nikarin bi tevahî erkên xwe pêk bînin.

‘Jin nikarin derkevin derve, em li malê girtî man’

Yek ji rojnamevananan Amanî Îsmaîl jî diyar kir ku şer bandorek mezin li ser jin û rojnamegeran kir, bi taybet koçberî û bêkarî. Amanî Îsmaîl diyar kir ku ji meha Adarê û vir ve mûçeyê xwe wernegirtiye û wiha got: “Piraniya rojanmevanan dest ji kar berdane. Ji ber vê yekê min li yek ji seyrangehên geştyarî de wekî karmendê têkiliyên gelemperî dest bi kar kir. Lê belê ev xebat jî hat rawestandin. Cihê bêhndanê hat talankirin û wêrankirin, li herêma El-Kalakla em hatin dorpêçkirin. Weke jin em ne dikarin derkevin kolanan û ne jî tu cihan. Em tenê li malê girtî mabûn heya ku em koçî Eyaleta Nîlê Spî kirin.”

‘Mala me talan û wêran kirin’

Amanî Îsmaîl anî ziman ku dema bi malbata xwe re ji Xartûmê koçber bûn rastî hin zehmetiyan hatin û got ku ew tenê ji aliyê Hêzên Alîkariya Bilez ve hatin rawestandin, zêdetirî carekê li wan geriyan û lêgerînek tenê du saetan dom kir. Amanî Îsmaîl got: “Me nekarî tiştekî bi xwe re bibin. Piştre me zanî ku mala me hatiye talan û wêran kirin. Li kolanan ewlekarî û polîs nîne ku mirovan biparêze. Şer zerereke mezin a derûnî, madî û civakî dide mirovan.”

‘Hevalên me bêyî ku mafên wan bên dayîn ji kar hatin avêtin’

Amanî Îsmaîl, anî ziman ku beriya şer li Sûdanê dest pê bike şert û mercên rojnamevanan nebaş bûn, lê bi şer re ev rewş xirabtir bû û wiha got: “Rojname û weşanên çapemeniyê hatin radeya rawestanê. Gelek hevalên min ên jin û mêr bêyî ku mafên wan bên dayîn ji kar hatin avêtin. Tişta ku qewimî bandor li rewşa me ya rojnamevanên jin û mêr kir. Hêzek hêviyek jî nemaye ku şer raweste.”

‘Me hêvî nedikir ku em her tiştî li pey xwe bihêlin’

Rojnamevan Sarah Îbrahîm jî di nav wan kesan de ye ku ji ber şer û pevçûnan neçar man ji malên xwe yên li Xartûmê derkevin û koç bikin. Sarah Îbrahîm, ku niha li Eyaleta Çemê Nîlê dijî, got: “Mîna gelek kesên ku koç dikin, ez jî di lêgerîna jiyaneke ewle de me. Pevçûnên ku ev 6 meh in dewam dikin û bûne sedem ku bi hezaran kes ji bajar û warên xwe koçber bibin û bi sedan kes mirin. Me qet texmîn nedikir ku em neçar in her tiştî li dû xwe bihêlin û malên xwe biterikînin.”

‘Ji sedî 80’ê rojnamegerên jin neçar man koç bikin’

Sekretera Giştî ya Sekreteriya Zayendî ya Sendîkaya Rojnamevanan û Saziya Rojnamevanên Jin Lubna Abdullah diyar kir ku ji ber pevçûnan ji sedî 80’ê rojnamevanên jin neçar mane koçî herêmên din bikin. Lubna Abdullah got: “Rojnamevanên li eyaleta Darfur a li rojavayê welêt herî zêde bandor bûne. Yek ji rojnamevanên jin ducanî bû û bi peya ketibû rêwîtiya koçberiyê. Ew ji Darfur heta eyaleta Çadê peya bû û di rê de zaroka xwe anî cîhanê. Wê di rê de gelek êş kişand.”

‘Gef li rojnamevanên ku gotin şer rawestînin hat xwarin’

Lubna Ebdullah bal kişand ku rojnamevanên jin hedef hatin girtin û wiha got: “Ji destpêka şer û vir ve binpêkirinên li dijî hemû gelê Sûdanê, di nav de rojnamevanên jin jî hene. Ev binpêkirin bi bêîstîqrarî, jicîhûwarkirin û windakirina karên rojnamevanên jin xwe nîşan didin. Gelek ji neçar man ku dest ji kar berdin. Ji cîhûwarkirin berdewam dike. Rojnamevanên nikarin binpêkirinên li dijî sivîlan di dema şer de bişopînin. Ji her alî ve hin rojnamevanên jin ji ber şîroveya ‘Şer rawestînin’ gef li wan hat xwarin. Banga rawestandina şer ji hinekan re pirsgirêk derxist, yên din jî bi alîgiriya aliyekî hatin sûcdarkirin.”

‘Me nekarî erka xwe bi cih bînin’

Lubna Ebdullah bi lêv kir ku destdirêjî li hin jinan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Weke rojnamevan erka me ye ku em van bûyeran bişopînin, lê ji ber şert û mercên zehmet me nekarî wan bişopînin. Tevî hemû hewldanan jî me nekarî erka xwe bi rêk û pêk bicih bînin. Em ji aliyê derûnî ve xwe baş hîs nakin ku em bixebitin. Em sirgûnî herêman kirin. Bêhêvîbûnek derûnî heye. Mirov di nav nediyariyê de dijîn. Ew ê kengî vegerin malên xwe, wê kengî vegerin ser karên xwe, wê kengê welat kom bibe? Gel van pirsan dipirse.”