Rojnamevan Neşe Toprak: Li girtîgehê tecrîdeke cidî tê jiyîn!

Rojnamevan Neşe Toprak a hat berdan, diyar kir ku li girtîgehê girtî di bin tecrîdê de tên girtin û binpêkirinên mafan ên giran tên jiyîn û wiha got: "Ji bo dawî wan binpêkirinan bînin, divê em bi awayekî hîn bi hêz xebatên xwe berdewam bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Rojnamevanên ku xebatên wan ên pîşeyî wek sûc hate hesibandin û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di dîroka 16’ê Hezîrana 2022’an de hatibûn girtin, di yekemîn danişîna dozê ya 12’ê Tîrmehê de hatin berdan. Rojnamevanan  bi parastinên xwe yên di danişînê de, îdianameya 700 rûpelî ya amade kiribûn vala derxistin.

Yek ji rojnamevanên hatin berdan Neşe Toprak, der barê pêvajoya girtinê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji ajansa me re axivî. Neşe Toprak diyar kir li girtîgehê ji girtiyan re tecrîdeke giran tê pêkanîn, bal kişand li ser tiştên hatin jiyîn.

'Em 13 meh li benda danişîne man’

Neşe Toprak, balkişand tevî delîl û îdiayên şenbêr tunebûn jî hatin girtin û wiha axivî:

“Em ji bo ku fêm bikin çi bûye li benda danişîne bûn. Hemû tiştên di vê pêvajoyê de hatin pêkanîn bêhiqûqî bûn. Bêhiqûqiya herî mezin jî ew bû ku îdîaname piştî 10 meh derket. Ji berk u tu delîl nedîtin bi mehan bi berxwe dabûn. Îdianameyeke 700 rûpelî derket pêşberî me û me îdianame bi ken xwend. Dema ku hûn bizanîn hûn çi dikin, hûn ji bo çi têdikoşîn û hûn çima hatin girtin, her dem dilê te rihet e. Em 13 mehan li benda dadgehê man. Roja danişînê wek hevalên me yên din jî gotin, ne ew me wan darizand. Bêyî tu delîl û sûcekî şênber were dîtin, em 13 meh bi awayekî bêhiqûqî girtî man.”

‘Li girtîgehê tecrîd heye’

Neşe Toprak, da zanîn di Girtîgeha Jinan a Girtî ya Amedê ku 13 meh girtî man de rastî binpêkirinên mafan giran hatin û diyar kir îtîrazên wan ên li hemberê binpêkirinan kirin jî bi awayekî bêhincet hatin redkirin. Neşe Toprak der barê binpêkirinên mafan ên hatin jiyîn de van agahiyan parve kir:

“Pirsgirêka herî mezin tecrîda li girtîgehê tê jiyîn e. Nehiştin em bi girtiyên din re hevdîtin bikin û silavan jî bidin. Rewşa derketina qada hevpar an jî bi hev re derketina werzişê ne mijara gotinê bû. Ji bilî vê d hundirê qawişê de kamere hebû. Ev kamerê 24/7 temaşeyê qawîşê dikir û em bi vî awayî di girtîgehê de jî girtîgehek din didan jiyan kirin. Em nikaribûn li hundir bi awayeî serbest bigerin. Dîsa ji girtiyên ku çûn nexweşxaneyê jî du kelepçe hat bikaranîn. Îtîrazên me yên ji bo vê yekê nehatin qebûlkirin. Em li dijî van binpêkirinan jî ketin greva birçîbûnê. Li girtîgehê ji xwarinê bigre heta rojnameyan her tişt bi sînor bû. Dîsa bi dehan girtiyên ku ji ber rewşa baş înfaza wan hat şewitandin heye.”

'Xebata min bi gotina “dibe ku zirar bide saziye” hate desteser kirin’

Neşe Toprak, da zanîn ku ji bilî nasnameya xwe ya rojnamegeriyê wênesaz e jî û diyar kir ji ber ku di girtîgehê de nekarî bigihêje malzemeyên xwestiye, nikare pîşeya xwe bike. Neşe Toprak, diyar kir ku karê wê ya fîgurê pora dirêj ku ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser hicabeyek spî çêkiribû, bi hinceta "dibe ku zirarê bide saziyê" hat desteserkirin û wiha dewam kir:

“Li Îranê berxwedanek bi qetilkirina Jîna Mahsa ya ji aliyê polîsan ve destpê kir heye. Min jî xwest ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser xebatek bikim. Min daxwaza malzemeyên wêne û sernivîs kir, lê daxwaza min nehat qebûlkirin. Ez ji li şûna xêz bikim, ji ber derfetan hin bi afirînerî fikirî û li ser hicabeya spî bi derziyan fîgurek jin çêkir. Porê dirêj a fîgura jinê hebû. Piştî ku ez ji bo bişînim derva rêkir jî piştî du rojan girtname hat girtin. Li vir karê min hate desteserkirin. Me li hemberî vê yekê îtîraz kir, lê ji her derê îtîrazên me red kirin û bi hinceta ku ‘ji ber wek amûra agahî dayinê tê bikaranîn, dê zirarê bide saziyê’ hate desteser kirin. Pir ecêb e ku fîgurekî jinê, fîgurekî ku berxwedana jinê nîşan dide, ji ber vê sedemê tê desteserkirin. Van binpêkirinên mafan ên ku me jiyan kir, me zêdetir kamçîkir.”

'Bi hesabpirsînê re xebatên xwe berdewam bikin’

Neşe Toprak, diyar kir ew ê bi hesapirsîna binpêkirinên mafan û binçavkirinên bêhiqûqî li ser xebatên xwe bin û wiha got: “Li her derê li hemberî jinan rewşa astengkirinê mijara gotine ye. Jin her tim li dijî wan têdikoşe û li mafên xwe digerin. Rojnamevanî û huner yek ji wan e. Neheqiyên em dijîn me bi hêztir dike. Di vê xalê de ez di wê baweriyê de me pêvajoya ku ez jiyan dikin, hêz dide min û min zêdetir beşdarî têkoşîne dike. Em di vê pêvajoyê de nekarin pîşeya xwe pêk bikin, em ji mafên xwe bêpar man. Em ê di pêvajoyên pêş de jî bi hesapirsîna vê yekê li vir bin û bi awayekî hêj bi biryardarî xebatên xwe berdewam bikin.”