Rojnamevan Hawjîn Şiwane: Di medyayên Başûrê Kurdistanê de jin bê nasname ne
Li Başûrê Kurdistanê li tevahî dezgehên medyayê de zihniyeta zilamsalar serdest e. Lewra ev yek bi xwe re zayendperestiyek pir hişk tîne. Rojnamevan Hawjîn Şiwane got ku divê mijara cudakariya zayendî ji kokê ve were çareserkirin.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê rojnamevan bi gelek pirsgirêkan re, bi gef, girtin û heqaretê re rû bi rû dimînin. Azadiya kar, gihîştina agahdariyê û belavkirinê sînordar in. Ji bilî van pirsgirêkên hevpar, rojnamevanên jin ji ber zayenda xwe bi gelek binpêkirinên din re rû bi rû dimînin.
‘Divê em li dîroka têkçûna pêşengiya jinan binêrin’
Rojnamevan Hawjîn Şiwane têkildarî rewşa giştî ya karê medyayê wiha got: “Dema em behsa zayendê dikin divê vegerin dîrok, civaka xwezayî û dayîktiyê. Ger em dîroka xwe nizanibin, em nikarin vê qonaxê fam bikin. Dema em vegerin dîroka beriya 30,000 salan, bermahiyên serdestiya mêran li Geliyê Rîf tên dîtin. Divê ez bibêjim ku têkçûna yekem têkçûna klanan bû. Di wê demê de, jinan di nava klanê de roleke afirîner, rola avakirina jiyanê, roleke komînal ku di wê demê de di navbera zayendan de hevsengî hebû dilîst. Jin û mêr xwedî heman rol û pênaseyê bûn û aboriya wan pêdiviyên civakê yên wê demê pêk dianî. Jinan erd ava kirin, xweza parastin, jiyan afirandin, civakê parastin lê piştî ku mêr hatin, klan hilweşandin, şikandina yekem a pêşengî û rola jinan, hêza rast a jinan ku di rastiya jinan de hebû, ev yek wêran kirin. Dema ez behsa niha bikim divê vegerim dîrokê da ku bibînim ka rola jin û mêran di dîrokê de çawa bû.”
‘Divê em destpêkê dîroka xwe bizanibin’
Hawjîn Şiwane diyar kir ku belgeyên dawî yên zanistî nîşan didin 12,000 sal berê, bingeha yekem a desthilatdariya mêran, têkçûna yekem a jinan ku hêza mêr, li Girê Mirazan hatiye dîtin ku êdî serdestiya mêran di perestgehan de tê dîtin û wiha got: “Ger em vê dîrokê û rola jinan nizanbin, em nikarin îro û vê qonaxê fam bikin û wekheviya zayendî daxwaz bikin. Vê dîrokê wisa kiriye ku du pênaseyan bidin jinan û mêran. Ne pênaseya rast a jinan e ne jî ya mêr e. Ji jinan re gotin, di bin sîwana bavê xwe de be di bin pergala mêrsalarî de be. Tu jinek nazik be, jinek ku raman û nêrîn û fikirên wê di bin sîwana bav, bira û mêrên civakê de bin. Bi heman awayê di pênaseyê de ji mêr re dibêjin mêrek bihêz e, mêr xwedî hêz e û divê bi biryar be divê di hemû pirsgirêkan de rola pêşeng bilîze û tund be. Ev pergala niha ya tê dîtin pergala mêrsalar û kapîtalîst e ku bingeha dewletên cîhanê li ser hatiye avakirin. Ger em dîroka xwe ya rast fêm bikin, wê demê em dikarin rola jinan wekî ku heye fêm bikin û zayendî jî piştî wê derketiye holê.”
‘Di hinek saziyên çapemeniyê de baweriya bi hêza jinên rojnamevan kêm e’
Hawjîn Şiwane da zanîn ku jinan di medyayê de bi dirêjiya 35 salan, di gelek saziyên medyaya li Başûrê Kurdistanê de rol lîstine. Hêza jinan û pêşengiya wan di dirêjiya dîrokê de hebûye, jinan di hemû qonaxan de roleke pêşeng lîstine û wiha got: “Dengbêja yekem a jin di radyoyê de derket, di avabûna medyayê de jinan rola berbiçav lîstin. Di şeran de jinan roleke pêşeng lîstin, me dît nûçegihanên şer jin bûn û bi dehan rojnamevanên me yên jin di şeran de jiyana xwe ji dest dan, di çeperên herî pêş de bûn. Lê belê ev ji bo ked û têkoşîna jinan kêm e. Ger em di aliyek din de mêze bikin, di medyayê de gelek paşketin û serdestiya mêr heye. Di van 35 salên ku medyaya Kurdî ava bûye de, zêdetir serdestiya mêr di nava medyaya me de tê dîtin û roleke pir biçûk ji jinan re hatiye dayîn. Ger jinê bi xwe re şer bikira wê xwe çêtir nas bikira û îradeya xwe nîşan bida, jinên din di medyayê de dixebitin lê bi aqilê mêr dixebitin. Jinek nasnameya xwe ya rastîn nedîtiye, bi serdestiya mêran rol di medyayê de dide jinan. Piraniya medyaya me, ji bilî medyaya azad, ji hêla mêran ve tê birêvebirin. Heta niha pergaleke hevserokatiyê ku jin û mêr bi hev re bifikirin û biryar bidin medyayê bi rê ve bibin nîn e. Dema em li nûçe û bernameyan temaşe dikin, reng, deng û ramanên mêran dibînin ne êş û têkoşîna jinan. Ji ber ew nahêlin jin di medyayê de bifikirin, jin dikarin bibin damezrîner û xweseriya jinan di medyayê de ava bikin.”
Hawjîn Şiwane wiha got: “Ger em li medyaya azad binêrin, jinên ku dikevin nav medyaya azad di hemû waran de roleke pêşeng digrin. Dikevin navenda biryardanê û îradeya jinê di aliyê siyasî, aborî û civakî de derdikeve. Ev jin bi her awayî tê hişyarkirin, lê di medyayên din de li ser êşa jinê aboriya xwe ava dikin. Ew pergala xwe ya desthilatdariyê didin meşandin. Jinê hay jê nînin ku pergala serdest û kapîtalîzm li ser her tiştê ku jin dikin dixebite. Bi taybet li ser fikrê jin û êşa jinan xwe ava dike. Mixabin, ev yek di medyaya me de bi awayekî berfireh belav bûye, tê dîtin hêz û îradeya jinê winda ye. Tiştê ku tê dîtin tenê xuya bûna jinan di medyayê de ye, ji ber vê em ji vê ne razî ne, em dixwazin vê fikrê bişkînin. Pergal dixwaze cureyekî pênaseyê an perwerdehiyek bide ferdên civakê ku roleke pir mezin lîstiye. Ger ferd hişyar nebe, ketiye ber wê pergala ku berdewamî li ser ferdên civakê di xebite. Pênaseya zayendî û nasnameya ku civakê daye jin û mêran, desthilatdarî ji jinan stendiye û daye mêran.”
‘Em jiyana komînal û wekhev dixwazin’
Hawjîn Şiwane di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em jiyana komînal û hevseng dixwazin, di çarçoveya ku ez di pergalê de kar ji bo te dikim. Ev ne pênaseya rast a azadiya jinan e. Em azadiya rast a rewşenbîrî di hişê jin û mêr di civakê de ava bibe dixwazin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi reng, hêz û îradeya jinan zêdetir heye. Di hemû çalakiyên din de, em dibînin ku jin roleke pir pêşeng û serwer dilîzin. Lê bi rastî jî pêwîstiya me bi hêzeke zêdetir a van jinên bûne sembol heye. Em dikarin zêdetir jinên Kurd kom bikin, jiyana komînal ava bikin. Em dixwazin jiyana wekhev, demokratîk û azad ava bikin. Em dixwazin civakek ava bikin ku jin tê de azad bin. Heta civaka me azad nebe, wateya rast a azadiyê di fikir û xebat de dernakeve holê.”