Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Silêmanî hatin birbîranîn

Li Silêmaniyê rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn.

Navenda Nûçeyan- Li nivîsîngeha Şîrketa Çetir (Chatr Company) merasîma çileya şehadeta rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hat lidarxistin. Di merasîmê de di kesayeta her du şehîdên rojnamevan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hatin bibîranîn.

Merasîmê ji bo cangoriyên Çapmeniya Azad û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê hevrê û hempîşeya rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, Şoxan Mîrza ve peyama Jinên Çapemeniya Azad hate xwendin.

‘Bi her du şehîdên jin yên rojnamevan serbilind in’

Di peyamê de wiha hate gotin: “Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîdên rêya heqîqetê ne. Çapemaniya Azad wê xwedî li rê, doz û têkoşîn wan derbikeve. Dema ku li dijî vê têkoşînê êrîşên hovane tên kirin, Gulistan Tara û Hêro Behadîn di dilê me hemûyan de şîn dibin. Em jin bi her du şehîdên jin yên rojnamevan serbilind in, ji ber ku ew jinên resen yên vî welatî ne û qet nayên jibîrkirin.

‘Pêwîste yekîtiyeke jinan ya hevpar were damezrandin’

Hevala Hêro Behadîn bênavber xwe pêşdixist. Em ê weke jin bîranîn û têkoşîna Hêro Behadîn her tim zindî bihêlîn û bidin jiyîn. Em weke jinên Çapemeniya Azad di dengê heqîqetê de israr dikin.Pêwîste ji bo parastina jinên rojnamevan yekîtiyeke jinan ya hevpar were damezrandin”

Piştre peyama dayika Hêro Behadîn hate xwendin û tê de wiha hate gotin: “Ez ji Xwedê xwe daxwaz dikim ku heqê keça min bistîne û rejîma Tirkiyeyê ji holê were rakirin. Erdogan zarokeke Kurd û misilman şehîd kir.”

Peyama malbata Gulistan Tara jî bi rêya sînevîzyonê ji beşdaran re hate nîşandan. Her wiha sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Behadîn hate nîşandan.

‘Qetilkirina rojnamevanên jin, qetilkirina heqîqet û rastiyê ye’

Her wiha di merasîma çileya şehadeta rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn de peyama Sendîkaya Rojnamevanan ji aliyê Hana Şiwane ve hate dayîn û di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Qetilkirina rojnamevanên jin, qetilkirina heqîqet û rastiyê ye. Sendîkaya Rojnamevanan bi berpirsyarane dengê xwe yê nerazî li dijî van neheqiyên mezin yên li dijî hemû rojnamevanan û bi taybet jî li dijî rojnamevanên jin bilind dike û digihîne hemû aliyan. Gulistan Tara û Hêro Behadîn du nav in ku wê her tim di nav me de zindî bimînin.”

‘Tu carî nikarîn vê têkoşînê têk bibin’

Rêveberê Navenda Metro (Metro Center) Diyarî Mihemed jî wiha got: “Ev sûcên şer in ku dewleta Tirk a dagirker di van 30 salên borî de pêk tîne ku tê de bi sedan welatiyên sivîl hatine qetilkirin. Rewşa rojnamevanan di paşveçûnê de ye. Peyama min ji hêzên dagirker re ew e ku ew tu carî nikarîn vê têkoşînê têk bibin.”

Mamostayê olî Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got: “Divê em têbigihîn ku dijminên me destê xwe dirêjî zarokên me, bi taybet jî jinan û rojnamevanên me dikin. Ew li hemû cîhanê xwedî statuyeke taybet in û têne parastin. Lê dijminên me destê xwe dirêjî kiryarên wisa dikin ku xwe îspat kirine ku dijminên ol û exlaqê ne. Dijminê çand, ziman û mirovê vî welatî ne. Lewra tu hincet ji bo kirina van êrîşên li dijî gelê Kurd tune ne.”

Di dawiya merasîmê de hunermend Seyîd Mihirdad Muşeşeî çend stranên xwe ji beşdaran re pêşkeş kir.