Bi zêdebûna êrişên Îsraîlê re koçberiya li Lubnanê zêdetir dibe

Bi zêdebûna êrişên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê û paytext Beyrûtê re hejmarek mezin ji xelkên wê koçber bûn.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrût - Ji ber êrîşên Îsraîlê li dijî Lubnanê koçberiyeke hundirîn berfireh çêbû. Li gor daneyan nêzî milyonek kes koçber bûne her wiha hejmara kesên hatine qetilkirin ji 8’ê Îlonê heta 28 Îlonê gihîşt hezar û 640 kesan. Li milekî din windahî û kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de mane hene.

Masaya krîzê li gund û bajarên Lubnanê dest bi tomarkirina navê koçberan kiriye da ku ji wan re cihê mayînê peyda bike. Her wiha hejmarek mezin ji xelkên Lubnan û Sûriyê bi riya dergehê Mesnee-Cideydit Yabûs ber bi Sûriyeyê ve çûn. Metirsî hene bi zêdebûna êrişên bejahî re hejmara koçberan hîn zêdetir bibe. Li gorî wezîrê hundirîn hejmara koçberên di dema niha de li navendên stargehan û yên fermî hatine tomarkirin 70 hezar û 100 koçber in li 533 navendên stargehan dimînin.

Di 2 rojên borî tenê de sekreterê giştî derbasbûna 156 hezar xelkên ji Sûriyeyê û 16 hezar û 130 Lubnanî derbasî xaka Sûriyê bûne. Pêwîstiya koçberan bi navendên stargehan hene bi taybet hejmarek pir ji wan li parkên giştî kolan û li ser bendavan bi cih bûne.

‘Hejmara koçberan her diçe zêde dibe’

Rêvebera Dibistana Navîn Aliya El Resmiye Henan El Leham got: "Heta niha di nav dibistanê de derdora 214 koçberan heye û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Hin malbat hene tên û hin jî diçin. Ev hemû bi rengekî birêxistinkirî û tomarkirî pêk tê. Masayek krîzê ji bo peydakirina hemû pêwîstiyên koçberan hatiye avakirin. pêwîstiyên me hîn zêdetir hene. Pirsgirêka avê heye ji ber dibistanên veguherîne navendên stargehan ava paqij li wan tune ye. Divê pêdiviyên sereke ji jinan re werin peydakirin. Ji ber hin ji wan zarokên wan ên şîr hene û divê şîr ji wan re were peydakirin. Rewş hîna ne diyar e ger wê şer raweste yan na. Eger krîz dewam bike divê em planekê ji bo peydakirina hemû pêdewîstiyên koçberan deynin û em amade bin ji bilî wan jî pêşwazî bikin."

‘Rewş ber bi xerabûnê ve diçe’

Bijîşk û endama meclisa şaredariya bajarê Aliye Muna Eqil got ku ew ji ber şerên li herêmê koçberiyek bi wî awayî re amade kiribû û wiha qal kir: “Masayek me ya krîzê hebû ji dema koronayê ve, ev mase heta roja îro dewam dike. Bi gihîştina koçberan ji aliyê Başûr ve me dest bi veguhestina wan dibistanan kir û me dest bi tomarkirina hejmara wan kir. Navendên stargehan zêde dibin bi taybet rewş ber bi xirabiyê ve diçe. Em amade bûn hejmarekê tenê pêşwazî bikin lê ji ber hejmar pir e em nikarin pêdiviyên wan bi giştî peyda bikin."

‘Em neçar man koçber bibin’

Her wiha koçbera ji gundê Kefer Riman, Hela Hemze got: "Em ji Kefer Riman koçber bûn. Em bi seatan di rê de man û me gelek azar kişandin heta em gihîştin bajarê Aliye. Em niha li navendeke stargehê ne li bende ne dê piştî vê çi bibe. Ji ber bombebarana li dijî cihên me gelekî dijwar bibû em neçar man koçber bibin."

‘Em ji bo zarokan piştgiriya derûnî dikin’

Berpirsa rêxistina "ciwanên pêşveçûyî" ya dibistana El Qerye ya fermî navîn Ciwana Terbiye wiha got: "grûba me ji 13 kesan pêk tê di nav wan de 8 jin hene. Rêxistina ciwanên pêşveçûyî jî kar li ser peydakirina daxwazên koçberan dike. Em bi komele û ferdan re kar dikin ji bo em pêwîstiyên koçberan peyda bikin. Her wiha destpêşxeriyên tekane jî bi hin welatiyan re hene ji bo peydakirina pêwîstiyan. Em pêdewîstiyên taybet bi jinan peyda dikin. Ji bo jinên ducanî jî em kar li ser peydakirina dermanan dikin û ger pêwîstiya bi bijîşk hebe wê jî dikin li aliyê din jî cihê guncaw ji nexweşan û dermanan peyda dikin. Divê em jibîr nekin koçber di rewşên şer re derbas bûne ji ber wê em kar li ser piştgiriya wan a derûnî dikin bi taybet zarok. Me hin peywendî bi hin komeleyan re çêkirine û dê hin pisporan ji bo piştgiriya derûnî a zarokan ji me re bişînin."