Rojnamevan Elaha Mohammadî sewqî Girtîgeha Evînê hat kirin

Di serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin de zextên li ser rojnamegeran didome. Hat hînbûn ku rojnamevana girtî Elaha Mohammadî sewqî Girtîgeha Evînê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, tevî hemû zext û girtinan jî didome. Gel diyar kir ku heta rejîm guhere dê çalakiyên xwe berdewam bikin, zextên rejîmê yên li ser rojnamevanan jî didome. Dewleta Îranê tevî ku ji bo dawî anîna serhildanan ji hinek kesên hatine binçavkirin re efû derdixe jî, rojnamevan Elaha Mohammadî hê jî girtî ye. Elaha Mihemedî hem nayê darizandin, hem jî nayê berdan.

Hevjînê rojnamevana girtî Elaha Mohammadî, Saeed Barsaeî duh li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku rojnamevan ji Girtîgeha Karaçakê ya Varamînê sewqî Girtîgeha Evînê hatiye kirin. Saeed Barsaeî ku diyar kir her hefte sedana hevjina xwe dike, da zanîn ji ber hevjina wî sewqî Girtîgeha Êvînê hatiye kirin nekariyê hevdîtinê pêk bîne û nizanê ku hevjîna wî çima hatiye sewq kirin.

Rojnamevan Elaha Mohammadî tevî bangên xwecihî û navneteweyî jî nayê berdan.