Ji Helebçe piştgiriya mexdûrên erdhejê: Kurdistan yek parçe ye
Li Başûrê Kurdistanê kampanayayên komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdehejê yên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dike.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Piştî erdeheja 6’ê Sibatê ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ku navenda wê Mereş û Dîlok ku bandor li 10 bajaran kiribûn û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kesan birîndar bûn.
Li Başûrê Kurdistanê jî gel seferber e
Li Başûrê Kurdistanê ji bo piştevanî û parvekirina êşên wan, dest bi kampanyayên komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê kirin. Gel bi alîkariyan piştevaniya xwe ya ji bo Kurdên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê didin nişandan. Kampanyên piştevaniyê li Ranya, Silêmanî û Helepçe bi komkirina kel û pelan, erkê gihandina alîkariyê girtine ser milê xwe û hemû gel bi awayek seferber beşdarî kampanya komkirina alîkariyê dibin.
‘Divê em alîkariya hevdû bikin’
Şehên Emer ev sê roj e di kampanya piştgiriyê ya li bajarê Helepçe de cih digre, der barê alîkariya hemwelatiyan de wiha got: “Di nava van çend rojan de rêjeyek zêde ya xelkê ji bo alîkarî bikin beşdarî kampanyê bûn. Daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku hîn zêdetir beldar bibin, divê em bi xwe piştgiriya hevdû bikin û alîkariya hev bikin.”
‘Kurdistan yek parçe ye’
Şad Rizgar ku beşdarî kampanya komkirina alîkariyê bû û wiha got: “Em weke sê rêxistinan bi dirûşmeya ‘Kurdistan yek parçe ye’ hatin û beşdarî kampanyayê bûn. Helepçe gelek karesat jiyan kiriye, ji ber wê em têdigihin û divê alîkariyê ji bo gelê xwe kom bikin.”
Şînya Hişyar ku beşdarî kampanyayê bûye û wiha got: “Em Helepçeyî gelê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hîs dikin ya ku li serê me hatî li ser wan jî hatiye, ji ber wê divê em alîkariya hevdû bikin.”