Jin li Til Temirê jî ji bo alîkariya mexdurên erdhejê seferber in

Jinên karker yên ku heqdestê xwe yê rojane digrin û kesên astengdar heya zarokan berê xwe dan konê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi dirûşma 'Bi hev re ji bo mirovahiyê' li Til Temirê hatiye vedan û alîkarî dan.

Hesekê – Di 6'ê Sibatê de li Mereşê dû erdhêjên bi pileyên 7,7 û 7,6 rû dan û bandorê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, bajarên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê kir. Bi giştî nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes birîndar bûn, bi milyonan kes ji malên xwe bûn. Bîlançoya erdhejê her ku diçe zêdetir dibe. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo komkirina alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re kampanyaya ‘Bi hev re ji bo mirovahî’ ragihand. Li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser bingehê vê kampanyayê komkirina alîkariyan didome.

'Erkek mirovî dikeve ser milê her kesî'

Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir sersaxî ji kesên jiyana xwe ji dest dan û şîfa ji birîndaran re xwest û wiha got: "Sibat bi her awayê xwe reş e, erdhej jî lê zêde bû. Di encama erdhejê de zêdetirî 25 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, bi rastî ev qirkirin û karîseteke mezin e. Çiqase sal, sedsal û serdem di ser de derbas bibin kes ji bîr nake. Ev erdhej êdî mêjî jî giraniya wê ranake. Ji lewra îro erkekî mirovî dikeve ser her kesî ku berê xwe bide herêmên ku zirar dîtine û alîkariyê bide mexdûran û deriyên malên xwejî dikarin ji wan re vekin."

‘Ji bo derbasbûna alîkariyan divê sînor bên vekirin’

Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir bal kişand li ser pêwistiya alîkarî û piştevaniya mirovî û wiha got: "Îro em li hember ezmûnekê ne, divê ku dewlet û hemû hêzên li ser rûyê erdê şer dikin nakokiyên siyasî û leşkerî bidin aliyekî û sînoran ji bo gihandina alîkariyan vekin. Heta niha alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo Bakur Rojavayê Sûriyê şandine, li benda vekirina deriyên sînorê ne ku derbas bibin. Di vê pêvajoyê de pêwistî bi hêjandina wîjdan û exlaqê hêz û dewletan heye. Çalakiya konvedanê jî li ser vî esasî ye, em wekî gel li hevdû dihesin û dizanin êşa me çi ye û em ê çawa bikewînin. Ji bo alîkariyên ku niha gel ji bo mexdûrên erdhejê pêşkêş dikin, divê sînor werin vekirin da ku bighêje wan."

'Em xwedî fikrekî neteweyî ne, ne sînor û ne jî derya wê asteng bin'

Gulîxan Tahir da payin ku ew xwedî fikrekî neteweyî ne, sînor li hember alîkariya wan a manewî û madî nabe asteng û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em îro xwedî fikrekî neteweyî û demokratîk in, li hember me ne sînor û ne jî derya dikarin bibin asteng ku em destê alîkariyê bighînin Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û giştî bajarên Tirkiyê yên ku zirar dîtine. Heya ji me were, em ê hewl bidin alîkariyên ku gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikin, ji bo mexdûrên erdhejê bişînin. Wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di pêvajoyên zor û zehmet re derbas bûn, lê belê bi yekbûna xwe em biserketin. Ji bo pêvajoya erdhejê ya ku jinên Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî zirar dîtin, em piştgiriya wan dikin ji ber êş û birînên me yek in. Gel û jinên ku alîkariyên madî û tiştên xewê û xwarinê didin em ê wan kom bikin û ji mexdûrên erdhejê re bişînin. Bi hev re ji bo mirovahiyê, bi hev re ji bo em jiyaneke nû em bidin mexdûran. Ya ku îro bi serê gelê me de hatiye, dibe sibe li serê me were. Divê ku em ji bo her tiştî amade bin û hemû derfetên xwe bixin xizmetê de."

Karkerekê heqdestê xwe yê karê rojane girt û xiste qûtîka alîkariyê  

Fatima Derwîş jineke karker e, her roj di baxçe û nava zeviyên cotkaran de dixebite. Wê jî destê xwe tevlî destê xêrxwazan kir.

Fatima Derwîş a ji gundê Til Hefyan ê Başûrê navçeyê dikeve wiha got: "Rast e, bûyera erdhejê pir giran bû. Destpêkê dema ku erdhej çêbû, me got qey wekî her car e zirarê nade. Lê dema me televizyon vekirin em ê çi bibînin û çi nebînin, kareseteke mezin bû bi serê gel de hat. Em gelek xemgîn bûn, dîmenê zarokên di bin kavilan de pir bandor li min kir. Gelek kesan malbatên xwe wendakirin, hinek kes jî ji malbata wan sax nema. Dema ku min dît konê komkirina alîkariyê hatiye vedan, ez kêfxweş bûm. Li gorî ku ji destê min tê, min pere dan. Min xwest ku ez jî destê xwe bixin nav destên xêrxwazên ku ji bo alîkariyê dirêj dikin de. Hêviya me ewe ku erdhejeke din rû nede, erd sakin bibe û xwedayê dilovan rihetiyekê bide gel û mexdûrên erdhejê. Em hemû jî mirov in û mirovahî me tîne cem hev, ha ez alîkariyê bidim keseke ji Sûriyê an ji Tirkiyê, ferq nake ji ber em dizanin ku niha çi êş tê kişandin. Ger bûyerek bi serê min de were ewê bigrîn, bi serê wan de bê em ê bigrîn û li şûna girî jî ya rast divê em destê alîkariyê dirêjî hev bikin."

Astengdar jî destê alîkariyê dirêj kirin

Ne tenê jinên karker, lê belê astengdar jî alîkarî dan. Macid Dewrîş ciwanê astengdar ê ji Til Temirê ye, ji aliyê her kesê/î ve tê hezkirin. Her cara ku konê alîkariyê li navçeyê tê vedan, ji yekemîn kesên ku destê alîkariyê dirêj dike ye. Ruxmî ku nizane ev alîkarî wê ji bo kê biçe, lê ya girîng bi dilekî pak destê xwe jî dixe nav destên alîkariyê de.