Rojnamegerên li Lîbyayê di bandorkirina civakê de roleke girîng dilîzin
Li Lîbyayê jinên rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin rastî zext û gefan tên. Rojnamegeran anî ziman ku wan bi pîşeya xwe bandoreke çawa li civakê kiriye û çawa bi îradeyek mezin û bi israr zehmetiyan derbas kirine.
MONA TOUKA
Lîbya- Jinên rojnameger di bin zext, gef, tacîz û tundiya civakî de hewl didin pîşeya xwe bidomînin. Di qada çapemeniyê de ku zîhniyeta mêr serdest e, jin di qadên xebatê de rastî cudakariyê tên. Rojnamegerên jin ên ku li welatên ku li derveyî hawirdora xebatê dixebitin jî dibin hedefa hikûmetan, li dijî zextên civakî jî têdikoşin.
Jinên rojnameger ên ku li herêmên başûrê Lîbyayê hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, mîna hevrêyên xwe yên din zehmetiyê dikişînin. Rojnamegerên başûrê Lîbyayê ji ajansa me re behsa zehmetiyên ku jiyane kirin.
'Azadiya îfadeyê di bin zextê de ye'
Rojnamegera Lîbyayî Monîa Ben Ehmed destnîşan kir ku tê xwestin ku mafê azadiya îfadeyê ji rojnamegerên jin bê standin û got: "Rojnamegerên jin ji ber perspektîfên xwe yên wekheviya zayendî di nava rewşeke zehmet de ne. Ev perspektîf diyar dikin ku jin weke ' parsüyek xwar e’ û divê li malê bimîne. Nahêlin jin biryar bidin, ev fikir hîn bi xurtî di civakê de hene."
Monîa Ben Ehmed diyar kir ku hin rojnamegeran ji ber zextan navên xwe weşartine û hin jî neçar mane hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bigrin.
'Zehmetî ji bo berdewamkirina pîşeyê xwe ne asteng e'
Rojnameger Zehra Mûsa ya jinên rojnameger; diyar kir ku ew rastî pirsgirêkên civakî, aborî û ewlehiyê hatine. Her wiha eşkere kir ku di sala 2017an de wan nûçeyek der barê rewşa ewlekarî ya bajarokê Sebha de amade kiribûn û nêrîn ji yekîneyên ewlekariya xwecihî û kesên ku rastî bûyerê hatin wergirtin, bi taybetî derbarê diziyên çekdarî, lê piştî belavkirina nûçeyê hem ew û hem jî hevkarên wê bi gefan re rû bi rû man. Zehra Mûsa anî ziman ku edîtorên wan jî gefên kuştinê dixwin û wiha got: "Jinên rojnameger dema hin mijarên Sebha dişopînin rastî tehdîd û binpêkirinan tên. Ez wisa difikirim ku bi her awayî hewl didin rojnamegeriyê li jinan asteng bikin. Dîsa jî ev zehmetî li pêşiya rojnamegeriya me nabe asteng.”
'Qanûnên parastina rojnamegeran nayên pêkanîn'
Rojnameger Azîze Hisên, anî ziman ku pirsgirêkên herî mezin ên rojnamegerên jin civakî ne û diyar kir ku hîn jî civak bi awayekî neyînî û biçûk li rojnamegerên jin dinêre. Azîze Hisên, da zanîn ku dema ku rojnamegeriya xwe hilbijartibûn ji aliyê malbatên xwe ve rastî bertekên neyînî hatin û wiha pê de çû: "Em rastî gotinên mîna di nav mala we de rojnamegerek, çawa dibe?" Azîze Husên da zanîn ku ev rewş nîşan dide ku derketina ji norm û kevneşopiyên civakî weke "sûc" tê dîtin, qanûnên parastina rojnamegeran bi awayekî bi bandor nayên bicihanîn û ji ber vê yekê ew dema ku pîşeya xwe dimeşîne di nava fikaran de dimîne.
'Di medya û medyaya dîjîtal de hewl tê dayîn jinan bêrûmet bikin'
Rojnamevan Negwa El-Zawî jî amaje bi wê yekê kir ku di karê xwe de ku weke pêşkêşvana radyo û televizyonê dest pê kiriye, hin endamên malbat û civakê li dijî karkirina jinan di medyayê de bûn. Negwa El-Zawî wiha gotinê xwe domand: "Herêma başûr hîna jî bi adetên kevneşopî yên kevn ve girêdayî ye, ku astengiyek mezin li pêşiya beşdarbûna jinan di çapemeniyê de ye." Negwa El-Zawî anî ziman ku divê jin bi hêz û bibiryar li hemberî wan zehmetiyên derûnî, bedenî û manevî yên ku dijîn re rû bi rû bimînin.
'Rojnamegerên jin di bandorkirina civakê de roleke girîng lîstin'
Rojnameger Rimas El-Qasim diyar kir ku dema ku ew dest bi kariyera xwe ya medyayê kir rastî zehmetiyên civakî hatiye, lê bi demê re nêrîna civakê li ser jinan guheriye û wiha gotinê xwe domand: “Beşdarbûna jinan di sektora ragihandinê de li başûrê Lîbyayê di destpêkê de nêrîneke neyînî dabû avakirin. Lê belê bi ketina jinan a qada ragihandinê re ev mijar zêdetir hate qebûlkirin û êdî em dikarin zehmetiyan derbas bikin.”
Rimas El-Qasim diyar kir ku rojnamevanên jin ên di qada ragihandinê de dixebitin roleke girîng dilîzin ji ber ku zêdetir balê dikişînin ser maf û pirsgirêkên jinan.