Rojnamegerên hatin qetilkirin dê werin bîranîn

MKG û DFG wê li avahiya DFG'ê ji bo rojnamegerên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin çalakiya bîranînê li dar bixin.

Amed- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê saet di navbera 12.00-16.00'an de li avahiya DFG'ê çalakiya bîranînê pêk bînin.